Gönderi

Qetran
ji qetrê sader qehr û risas bi mohreke sincirî re hatim helandin li hemû dergehên demderewîn yekcar min qufiland dilê xwe yê têrxwê bi kerbekê re hazar car min lehimand keserên kiras zingar dil û rivîn kul û birîn wekî teyrekî bêzar di şîrê xwe de hatim parzilandin. min guh da nalîna dengekî hinavîn û dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de bi sewta saweke sefran û seferî suhurîm, li seherên sar û sêwî ku hîn nizanim bê bi kîjan surperiyê re li çerxa kîjan zemanî dizîvirîm da ku gihîştim xawêniya bêdengiyê meyam li nebîniya şevên bêstêrk û min heyvanê xwe ji heyva nava xwe girt zeman û zemherîr ziman û zehîr wekî marekî bêjehr di kevirên sebrê re bihurîm rûpel bi rûpel ji nû ve hatim qulibandin deftereke bêxwedan û bêxwenda bûm lewra beriya bab`ên bêbinyad û mishefên reş li seyra sîmirekî sîmyavan hatibûm nivîsandin bi çavên çelq çelqiyam û min dît careke din li raserî wêrekiya xwe ya rehwan û dilovan kelam kavil, wate wêran û xêzên xwedayî li binya temberiya min ku gunehkar dixwiyan reml û reca renc û rewa wekî bînerekî kor ji çavan dirijiyam min hilgirt helkehelka hêla xwe ya helak û xembar dageriyam şiveriya şevên xas li şopa şivaniya xwe ya kevnar ji refên xwe dûr ketim mîna qulingekî hejar min rûyê xwe şûşt û vekişiyam ji mezata gotinên xav lewendên lewçe û quretiya berêvariyên erzan lewma peyayekî pêxwas û ûryan bûm dema ku min bêtirs xwe avêt bextê zimanê maran şêrekî şîrşor bûm li şarê şaristaniyan şîrove nedibûm tu car bi şêrîn(ba)zaran dilop û derya mirin û dinya wekî çerxekê di xwe de gêj bûm dev badan devên devdeve dêmên dêgur, çeşmên xure min pelên zer li xwe pêçan û min nixumand melûltiya xwe ya bêtam ji edeba piçûkatiya biran û xwarina bi dizî ya li pişt kewaran weke pîneyekî payîdar ku mabû yadîgar çi bêjim nîvco, çi bikim kêm gerden û morî zarok û dûrî wekî kirasekî, li janan hatim tefsilandin
·
56 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.