Gönderi

Gazinek Ji Amûdê
Ho Amûdê! Ho hêviya bê hêvî, çi bextreş û jarî ye Ev jîna ko tê`d dijî, bêrûmet sersarî ye Perda li ber rûyê te, leylan û reştarî ye Rengê siya vebestî, ne şîn e, nokerî ye Liberxwedana te kir, Amûda sergevazî Peymana Sykis-Bîko, wêran e bed daxwazî Balafirên bi topan, li ser te cenga Nazî Sipartin û destdanîn, ji te nebû bê razî Bindestiyê te nekir, şer û ceng bi roj û meh Gund û bajar şiyar kir, şikandî bend û sîgeh Ala welatparêzî, hildane ji cih û reh Kurên te cegersoz in, pê mirin û felat geh Ho Amûdê! Kavil û wêran tu ma, piştî dema serxwebûn Nîjadperest û setem, ji nû bi ser te werbûn Kurên te`y welatparêz,man biyan bêmafhebûn Dîl û reben û xizan, çandine rik û pefçûn Gundê me talankirin,kî bandikin hevparî? Bistek ji „erd nedan me,tev de çû maf bi carî Paşverûyên serî rişk, çi dilreş û neyarî Bêpar in em xwedî maf,ji wî „erd û rûbarî Gelo çima gemsarî, daxwazî welatperwer Ev bû koşa perwera, mane biyan û bê ber îro kesên paşverû, bûne serdar û pêşber Mal û bêrê me dixwin, xwedî wa jê tînin der Ho Amed! Cotkarê te bêkar e, zarok li malê birçî çend dolimên wî hebûn, jê sitendin bê xwedî Zorkarên setem û zor,mîna rêza begê dî Li gund bêpar û reben, bê zanav û „erd û cî Car ji carê dî pirtir, tu dihatî ser sotin çend bendên welatparêz, li ser enya te cot in Suxtên dibistana te, çi gunehkarî gotin? Ji xêza pênûsa wan, fener ji avê dot in Zarokên te biriştin, ey Amûda gunehkar Ên mayî dîl û reswa, sêwyên ber hêt û dîwar Tirsa ketî dilê te, newêrekî û xemsar şan û rûmet nema ye, ne gazî û ne hawar Ho Amûdê! Kurmancî yasaq kirin, zorbazên ser bi jêr Gundê kurda dane kê pêxwasên diz û paşmêr Kolê şûnkar û mûçî, ser û zikmezinên têr Terî û dûv, bertîlxur, ew mûçexurên bêkêr Bejn û bal talankirin, ew pêxwasên dilqirêj Te perçe û parkirin, ev biyaniyên xwînmêj Li bazaran te frotin, ew nokerên destdirêj şêxa te pir xapandî, bi gotegot û nimêj şêxê aton û merîx, ne bi def û tizbî ye çûna ser heyv û ezman,ne wek xewna te diye şerma giran şêxê min, tu noker û terî ye Tomet û serşorî wa, bê fedî ser enî ye Ho Amûdê! Li şûnwara tu mayî, xwendevanên te bêber Keçên dîl û perîşan, tên firotin bê keder Bi vê gerdişa kirêt, mane ûştê kelem ber Hîn axa û beg û şêx, serdar in bo te rêber Bi ramanek serbixwe, gavan bavêjin li pêş Bi destên jîr û zana, ervanê xwe bibin êş Ceh ji genim xuya be, derînin jê tovê gêş Liberxwedana jînê, me dijwarî û çi êş! Rêça hevbendî me girt, em û hûn û herkesî şêx û axe, begên baş, em tev pismam û pisî Rêça miletperwerî, me daye ser bê tirsî Milet bi hev re rabe, qet rê nade tu kesî Ho Amûdê! Ew hevalê bi rûmet, piştgirê koza xwe ye Ne sor û kesk û zer e,hevalê doza xwe ye Bê kêsbaz û pergîrî, rêgirê roza xwe ye Ne paşmêrê rêzbendan, kurdîtî doza xwe ye Bi vî rengî peyda bûn, pir di kom û civata Her li paş û bêrê man,karê gelek welata Perçebûn û deh bendî, ne rêzana xelata Yekîtî armanca me, bindestiyê felata 23-10-1984
·
31 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.