Gönderi

Textê Dîlberê
îro li textê dîlberî, ya Rebb! çi şîrîn esmer e Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt şefeq Ya belg û netrik, ya wereq, ya qişt e,yana çenbere Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew şutrî ne, ya şeb‘bo ne ew, ya toxê şahê sencer e Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîşan û xal Keysû ne yan Hezret Bîlal, meşxûlê Ellah ekber e çav in gello? Ya serxweş in, ya kafir in ya dilreş in Bêmar in ew ya nexweş in, yan nêrgiz û cadûkher e Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher Ew qend e ya Rebb! Ya şeker,ew suhd e yane xebere Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e yana mezher e Dêm, şûşe nûra heqq di nav, dev xunçe ya şirîn gulav Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîşan Anber e Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur’an’î ye Yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in Em aşiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e Ew gerdena şubhê şemal, ser çesmeya ava zelal Qarûreya xemra helal, ya şîse ye, yan mermer e Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan Ke’be ya îsa ye ev Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye Yan bulbulê wêrane ye, yan ûd e,yana mîcmer e Ew Xanî yê dildade ye, meşreb ji rengê bade ye Derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.
·
59 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.