Ji bo êvarên ji nişka ve
Ho birazê, tu berazê kîjan bûrazê bûyî
di êvareke Nebî Silêman de, ji rûyê Silêmaneke dunikil
bi poşmanîyeke nehs a ku kes jê nake behs
hatîyî li baçemêlkeke xwerûçikandî qesidîyî?
Jixwe kew in kewa birînan, naxwînin ji hev re
Di vê fisildûmana gurxenêqxenêq de
Dawa xwe dixe devê xwe agir, xwe ranagir
Ji yar û eyarên xwe ketî, di dema berfireh a nihayî de
Ne gerdenîyeke ji morîkên xewê yî, birije taseke sifir
Siwarên kabûsê xwe tim peya ye, xislet
Heyfa min tê wê heyfê ku çû heyfa bavê, sixlet
Jixwe pal nadin palikên çavan
Ji Çirav û Dihan
Mangirtî yî di çirav û sibehan de
Nîn e doxa nêtkirinê
Tu vêsînî çiraya devê xwe
Nîn e dewxa kitimbûnê
Tu vedî bîra guhê xwe
Em jî hesp bûn bira
Hespên siwarên bê qamçî
Mij, her tiştî dimije
Ev jî selefa kewgirînê