Gönderi

Ey Av Û Av • Feqîyê Teyran
Ey av û av, ey av û av Ma tu bi `işq û muhbetê Mewc û pêlan tavêy belav Bê sekne û bê ra`hetê Bê ra`het û bê sekne yî  Yan `aşiqê baxwe xwe yî Yan şubhetê qelbê me yî Ji işqa kê natebitê Ji işqa kê her têy û têy Heta kengî her bêy û bêy Bo min bi bêje `heyranê kê y Da ez bizanim qisetê Da ez bizanim vê surrê Ji hindekê heta purrê Ji me`neya vê gurrgurrê Ji kê ra dikî vê ta`etê Ta`et dikî bê pa û dev Çendî dikî çûna li hev Dengê te tê bi roj û şev Zikrê dikî bi `haletê Ji kê ra dikî zikrî bi `hal Qet guşguşa nakî betal Şubhetê min re`htê `emal Şevan û rojan xew netê Şevan û rojan bê xew î  Ji mi`hbetê kê ditewî Şevtariyan qet na`hewî Tu j`emrê kê vi kez ketê Ji emrê kê her têy bi bez Sewdaser î şubhetê ez J`kêrra dikî çûna bi lez Vê serqutan û `xulmetê `Xulmet dikî bê pê û dest J`kêrra dikî çend koh û pest Baxoy negot gavek vewest Hindî diçî dengê te tê Dengê te tê bê Pê û hev Ta`et dikî bê qelb û dev Peyda dibi j`te Mewc û Kev Şîn bûy ji rengê qudretê Geh geh sipî şubhetê şîr Qet mislê te na çin tu tîr Renge ku te yar tête bîr Meyla `Hebîb j` çûna te tê Lazim te me`hbûbek heye Yan dost û me`tlûbek heye Yan meyl û mensûbek heye Lew bê libas û kiswetê Lew bê libas û tazî yî Bi reqs û seyr û gazî yî J`kêrra dikî `işqbaziyî Remz û sirran te vêketê Remz û sirran vêkrra dikî `Hemyan vi baxorra dikî Wek `aşiqan sêran dikî Gerha di mîhra `xurbetê Gerha di mîhra pîredinê Qet nanivî, nasekinê Reng şubhetê qelbê minê Ji mi`hnetan û ze`hmetê Ze`hmetber î, mi`hnetkêş î Tu nazik î, teb`etxweş î Bê ri`h li erdê ra d`meşî Bê dest û pê tu j`kû ve tê Bê dest û pê, bê çeng û pêrr Bê pêl û mewc û fetl û gerr Peyda dibin j`te kerr û ferr Nakî beyan vê `iletê Vê îletê beyan bike Tu vê sirrê penhan bike Carek li min `eyan bike Da seh bikin hîkayetê Da se`h bikîn vê mes`elê Cuz`ek ji be`hsa ewelê Binyad-i bûna menzelê Dewran û çerxa xîvetê Xîveta `alem di navê Ji berketa feyz û gulavê Min temenna kir ji Avê Ji me`niya heqîqetê `Heqîqeta van Cewheran Me`rîfeta `Enasiran Penhan neke j` yar û biran Bê fêm bibêje `hikmetê Bê fêm û qîl û qal bibêj Hêdî bi lefzê `hal bibêj Ber Mîm û Hê û Dal bibêj Şerh û beyana kaxetê Da kaxetê isbat bikîn Qeydêd hûr î`tibar bikîn Carek li min îzhar bikîn Wazî`h ku fehmê min re tê Dîdar û dîna Sertemî Avê bi rebbê `alemî Tu `Hadîs î yan Qîdem î Yan tu nizanî hikmetê Ber çi ne meşrû`h ew sixin Rojek ji bunyada mezin Bîna qede`h jê d`hate min Ew bîn ji bunyada te tê Ew reng dibêt ava zelal Buhrîn li min çend mah û sal Qet kes nekir li min su`al Heta giham vê sa`etê Heta gihame vê demê Ma yek nebû d`vê `alemê! `Ebdek ji puşta Ademê Bifkir di e`hwalê Şetê Kehnî dizên Cû jê diçin Hindî Xudê dan Ins û Cin Qet kes nekir ev pirs ji min Ne j`Enbîyayê Ommetê Miksî dibê avê we bû Pêxemberan aqil hebû Qet hewceyê pirsan nebû Wan dest gihabû su`hbetê [Avê digo: Feqî rabe Bê tedbîr û `emel nabe Ji halê te dê çawa be Ji kê ra dikî vê sohbetê] Ew su`hbeta cara ewil Pêxemberan d`zanî şu`xil `Eyb e ji bo ehlê aqil Teftîş bikin me`rîfetê Me`rîfetê teftêş bikin Pirsan li bûna pêş bikin Wan qissetan vetêş bikin Li `Arifan kerahetê Qenc vê qissê izhar bike Li `Arifan ikram bike Xelqê Xudê `eqil bike Da se`h bikîn kirametê Xelkê Xwedê `aqil kirî Hemî `arif û kamil kirî Nûrek di dil da hilkirî Eslê qisan rê dibetê Ê mislê min bê `ilm û xet Mecnûnekê `heywansîfet Bê teftêş pirsyaran diket Bê rehnima kî babetê Pirsa Feqê bê cih nebû Lewrra di furqanê hebû `Erşê Xudê li ser te bû Avê gelo bîra te tê Avê cewab da bê suxen Ezman nebû, b` `hal gote min Remzên di padşahê mezin Sub`han ji vê seltenetê Sub`han ji Me`bûdê li ser Kî dê j` `Ellah ra kit xeber Em çar Bikir anîne der Kiç bûn di kenza qudretê Kiç bûn di kenza qîdemê Baxoy ji `işqa Ademê Anîne karê `alemê Zahir kirîn l`vê sûretê Zahir kirîn çar Bakire Ba û Av û Ax û Agir e `Heywan hemû jê çêkir e Dar û Nebata kiswetê Dar û Nebat û Le`l û Zer `Heywan û esnafên di ser Teyr û tiyûr û De`bewer Teftêş kirin ji nutfetê Çi tişt pîçe naferricin Însan ji Tînê d`xaricin Lew Cin ji narî d`maricin Dûr e li Melek teb`etê Çar teb`etîn vêk ra Zidîn Hem Ateşîn hem Baridîn D` be`hra Heyûla d`waridîn Melbûs bi vê wechîyetê Bi çar wechan em Yabîs în Muqîm yek e em `Hadis în Lewra Ritûb û Yabis în Hem jî dixwazîn ref`etê Hem suflewî bazî dikîn Hem meylî evrazî dikîn Hem Keynûn hen gazî dikîn Carek bibînîn ru`yetê Carek bibêj em çar Xweh în Bê mesle`het nakerrihîn Ji meşyetê nabetihîn Cuda kirîn j` wesfîyetê J` wesfîyetê cuda kirîn Ji su`hbetê em rakirîn `Heta qîyam sewda kirîn Sergeşte în di `hîretê Di `hîretê sergeşet în Qaim li ser zatê xwe în çarde tebeq karê we în Rabû ji maza `xefletê [Feqî got: Ew`alim in ez feqe me Serserîyek ................ Ez hewcwyê pirsa te me Li min bike tu şefqetê] [Ava mezin firfir meke Zikrê bike fexrê meke Ehlê Xwedê aciz meke Bes e bide min ezyetê] [Ava mezin li hev şêwirî Pêla pê ji Feqe inirî Dav dav li Feqe ..... Ku bavê dîyarê zulmetê] [Gava Feqe xwe têk dida Pêla pêş xwe li stû dida Feqe girt û l`erdê dida Go: Her bimre l`xisaretê
·
86 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.