Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ez Çi Bêjim (Kes Bi Halê Min Nizane ) • Feqîyê Teyran
Çendî bêjim sir û halan Ax ji destê çavxezalan Her dinalim mah û salan Kes bi halê min nezane Mah û salan ez dinalim Şev û roj talibwisal im Aşiqê bejna şepal im Kes bi halê min nezane Aşiqê bejna letîf im Xestehal im pir zeîf im Mubtela qametelîf im Kes bi halê min nezane Mubtela qametfena me Ji yar û dostan cuda me Aşiqê nûra Xuda me Kes bi halê min nezane Aşiqê sêv û biha me Ji bo cemala mubtela me Ger bibînim canfida me Kes bi halê min nezane Ew baxê sorgul di nêv da Yar û mehbûb meşiyan tê da Xweş e ji keyfa dinê da Kes bi halê min nezane Ew mehbûba wek stêra Tasîra keça mîra Te helandî Feqê Teyra Kes bi halê min nezane
··
226 görüntüleme
Pîrhevok el Kurdî ❂ okurunun profil resmi
Bi dengdayîna Hîvron: Kes Bi Halê Min Nizane ( Çendî Bêjim ) youtu.be/cfhFBwKMRHM?si=...
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.