Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Arjen Arî - Kulîlkên Bihara Derengmayî
her bihar vedibin di çiyan de di aran de, zîndanan de her vebûn, her vedibin kulîlkên bihara derengmayî. ne sosin e ne nêrgiz e navê wan navek din e navê kulîlkên nûgihayî: di sojan de her bihar ji agir zayî sor, soring, Medya... vedibin li Herakol, vedibin li Gebar her bihar vedibin li çiyayên bêmiradmayî bi xwîn bin, bi xwêdan bin agir de qiçqiçî ger bi jan bin Seîd e terhek wan, pelek wan Qadî ye tu bîhn bikî hilma wan Dêrsimî ye çar şaxan de berxwedan vebûne Riza, vebûne Barzan, Mazlûm vebûne hervebûnê de qir-qelanek jiye li vî çiyayî... li wî çiyayî û... hilmek rizgarî ye maye li şûn wan kulîlkên bihara derengmayî li hêviya aran nemîn kirasê tebaxê wergirtiye adarê, lewra û çar dem veguhêrîne bihara Arya her kulîlk canek gorîcan e anha vedibin kesk-kesk vedibin zer-zer, sor-sor vedibin bi her vebûnê re dibizirin û dişitilin di her dilop xwîn de bi Medyayî bîhn bik hilmek azadî ye tê ji wan kulîlkên buhara derengmayî
·
87 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.