Gönderi

bêriya bavê xwe dikim piştî herba me di dest min de zenîtheke quremîşkirî her heftûçariyekî nîşan dide diterpilim wekî hişê xwe lew xwe lê dikim ji qehra di seriya çilî de me bi xwe zanim weka wî di ber xwe de xeber didim niha şewqeya li serê xwe bilind dikim porê xwe dûz dikim bi destê xwe nizanibim weka wî bipêçim jî di dest min de qutiya cixarê dibêm gava çeqmaqê xwe vêxim weka wî agir wê bi hemû tasewasên min bikeve ji xwe re dibêjim weka bi destê yetamekê bigrim hewiya xwe tînim wiha hûn bawer nekin jî werê diponijim wekî mêwa li hewşê min ji xwe re go wiha di ber xwe de eger ez behsa wî bikim belbî baş be belbî qehra xwe bi ser min de girtî bixape bi vê xeberdanê bêriya bavê xwe dikim weka yekê lihevhatî her cara çavên xwe vedikim ji qehra di ser çilî re me bi esra teng derdixim radibim wiha ji wî serî de berê xwe didim wê gazê ji wê xewa şîrîn ber bi wê mexera nezer pêneketî di dest min de zenîtheke quremîşkirî her heftûçeriyekî nîşan dide ji xwe re dibêjim eger zêde tirş nebin pelên mêwê bi vê tenhatiya li binê darê re jî dikarim serî derxim min ji xwe re go wiha di nerma xwe de eger li wê hewşa mezin li xwe bikim hênkahî belbî baş were ji vê taziyê re ev tev ji roja bavê min go ez ê biçim dest pê kir ji qehra ya jî ez xwe wiha pê aş dikim bi dûmana cixareya ji kulek û paceyê kişiya jor ji pelên mêwê bîna titûna wî tê niha gûşiyên qehrê diqurêfim ji dara qederê di dest min de zenîtheke quremîşkirî hisreta bavê min lê dixe di heftûçariyekî de
·
10 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.