Gönderi

Ez Bûm Kurdistaneke Azad
Ez bûm ronahiya dîrokê Ji evîna te, Bûm stêrkeke çavzer Di her şevên reş û tarî de, Bûm tava roja helesor Di nava mij û moranê de, Ez bûm tu ji evîna te û Li te digerim hê evîna min Hê li te digerim Li te… Her ku min dît çiqas tarî be jî şev Stêrk dîsa hene Min bang û gazî kir hingê Li canana dilê xwe: Ey kurdistan Ey stêrka asimanê dilê min; Dîrok robareke zindî be heke Tu pêlên wê robarê bixwe yî û Xwe li peravênpêşerojê didî Di rondikên demê de!.. I Ez sed hezar caran Bûm kurdistaneke azad, Ji eşq û evîna te Ji hesret û bêriya te ey evîn Bi rengê keskesoreke dilbihar Mîna evîndarekî serbilind û birûmet Mîna rêvingekî sozdar û dildar!.. Navê min bû mezrabotan carna Cama bûm welatê agir û rojê Carna bûm welatê gul û kulîlkan çend nêrgis û adarok geş bûn Li ser bejn û bala min; Ez bûm dilê welatekî azad û Min xwe li rih û giyana Rojhilata navîn aland, Her ez bûm kurdistaneke azad Min xwe li dil û hinavê Cîhana rengîn aland, Min silav da anatolîa Bûm mizgîniya felat û Ji dîrokê re bûm xelat Bi hemû bedewî û Xweşikbûna xwe ey evîn!.. Her ku wan ji min re gotin `Tu bi xêr û xweşî hat Ey ronahiya dilheyat` Min şewqa xwe belav kir Li her derê rojhelat, Jontirkan çendîn êriş anîn jî Ser xewn û xeyalên min Min baweriya xwe bi biratiyê anî Li her derê vê cîhanê, Her ku birîndar kirin hêviyên min Faris Ecem û Erebên serdest Min ji her caran zêde bawer kir Hemû gel dê bijîn dîsa bi hev re azad Wekhev û serbest; Min bawer kir ji dil û can Dê bi hev re bijîn Hemû gelên cîhan!.. II Min baş dizanî êdî Hindî hebe nîjadperestî Tu car xelas nabe Mirin Kuştin û Zordestî; û Ewên vedixwin xwîna mirovahiyê Her tim xwe vedişêrin Di nava hevokên olperestî, û Her ku min dît şûrekî devjehr e Olperestiya wan nîjadperestan Min careke din bawer kir Divê ayetên xwedî edalet Bên wergirtin ji destê serdestan!.. III Ji ho ku azad bibe cîhan Min ji xwe re got, bi rastî Divê her tim hebe biratî; Biratî Lê biratiyeke birastî!.. û Hingê carek din ez qêriyam Bi hemû dengê dil û giyana xwe; Her bijî biratiya gelan Ji bo azadiya hemû mirovan!.. IV Ez bûm ronahî bo taristan Bi van bîr û baweriyan, Her çendîn xwestin Ronahiya min vemirînin jî Mirovxwerên demê û Dijminên evînê, Erd û asîmana ji min re got Li ser navê hemû dem û zemana: `Tu bi xêr hatî ey stêrka zerdeşt Bi xêr hatî ey welatê evînperest Bi xêr hatî ey pêşeroja gelan Hezar car tu bi xêr hatî Ey hêvî û hesreta hemû dilan Tu bi xêr hatî ey evîna hezar salan Tu bixêr hatî Tu bi xêr...!!!` V çend kûdusan ez pîroz kirim Di her berbanga Serîhildana zarokên evînpereset Di qada amedeke awirheyat de Li gel qêrîn û hewara kevirên filîstînî; Min sînorên bêsînoriyê hembêz kirin Li ser eniya vê cîhana xerîb Ey avesorka jiyana min Eyyyy evîna evîna min!.. Vl Ezzzz bûm kardokya ji evîna te Elkî herikîm bi rengê te eyyy evîn Li doşeka xwe geriyam çend hezar salan çend hezar dem û zeman, Li ber min wenda nebû tu caran Rê û rêçika mirovahiyê, Min xwe berda nava dilê rojê Ji rih û giyana dîrokê Navê min bû kurdo Nîşana min merdo, Ji rehma xwe min afirand mîtanî Di tarîgewrka mirovahiyê de, Kasît bûn zarokên min Bi hemû bedewiya xwe ey evîn, Her ku ez bûm zagros û bilind bûm Bû cihê zayînê nav û nîşana min Di pêçolka min de mezin bûn Yên ber bi îro ve herikîn, Bejn û bala min xemilandin Li ser kembera hûriyan çend lolo û gotiyan Li gel xaldî û sûbariyan Bi kezî û poşiyên xwe, Tevnê xwe raçand araratiyan Li ber kêleka cotkahniyên min û Tîna xwe şikand neyriyan Ji dilopên rondikên min!.. Di şefeqeke piştî şeveke çiksayî Navê zanînê bû medi(y)a Bi rengê makeşêrekê Li ber bayê dilê min Di hiş û mêji mirovahiyê de Di rûpelên dîrokê de, Ku hezar sal şûnde nivîsîn rastî Dîrokzanên vexwarin şereba heyatê Li ser rûpelên mirovayetî: Wargeha zanînê ye medî(y)a Ji vir belav dibe Fikr û raman û hest Kilam, stran û helbest Bi hemû bedewî û delaliya xwe Li bakûr, başûr Rojava û rojhelat!.. Medîa afirî ji dilê min Her derê wê bû pirtûkxane û Li ser her pirtûkê weha nivîsî Cengawerên evînê: Xwendin zanîn e Zanîn jiyan, Bi jiyaneke zanîn Ronî dibe cîhan!..
·
96 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.