Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Her sibeh, mîna derwêşekî, ku defa wî li keska te aleha be û ayeta navê te; yê tikî tenê, ji bîra nimêja wî re, di her pênc aliyên Xwedê de bûbe qeder. Her sibeh, mîna maleke Xwedê, ku li navê te; yê ji dûran nêzîk û ji nêzîkan dûr, mikur were û li ser çiçikên te; yên ji bîra genim û "Hawma"yê bêriya şêrîntirîn, xweşiktirîn, ferehtirîn, bilindtirîn, nêzîktirîn û zûtirîn giriyê xwe kiribe. Her sibeh, mîna qederke esih, xwîna te; ya ji ber qebqeba aliyan mayî, min direvîne heman qehwexaneya ku silava te; ya herî dawî, li ser destên wê; yên ji bendemana qehwê û bêrîkirinê bûye gîha. Her sibeh, mîna naqoseke esih, xwîna te; ya ji ber aliyên qebqebê mayî, min dispêre hembêza heman koşeya, ku her qehwe li ser te digirî. Her sibeh, mîna nimêjeke esih, pêjna xwîna te; min ber bi lavijxwendina heman maseya, ku navê te li ser guldanka tenha ye....tenha, dehf dide. û li wir tenê li wir, ku her sibeh û her qehwe tenê tu yî, ku di navbera her qehwê û qehwê de, tenê pêjna silava gulçînên destên te ye, bi heman fincana ku te lêvên xwe li ser ji bîr kiribûn, ez dest bi vegirtina nimêja qehwa ku hîn tama hatina te jê tê dikim. Qehwe baş yara her sibeh. Yar baş sibeha her qehweyê !!!
·
5 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.