Min bievîne xewê:
westîn baştirîn nivîn e bo evînê.
Xewa di ber te de
mîna gorrkirina di deryayê de ye
dirêj e,
kûr e...
min bievîne xewê,
xewek mîna deryayê
ya miriyên xwe
venagerrîne...
Min bievîne aramiyê,
aramiya daristanên tarî.
Xemên min winda bike
nav dehlûdirrên asê...
Rondikên dildariyê li gepên te
xwe berdidî ser zendên min:
derya yî, daristan î -
yê biniviyê
êdî şiyar nabe!