Gönderi

Naley Cudayî • Hêmin Mukriyanî
saqîya! wa badewe wa badewe rû le lay min ke, be camî badewe muşterî wek min le meyxanê kem in zorbeyan şad û be keyf û bêxem in. mey heram e bo sehende w bêxeman mestî bêxem bo çî bigrin êxeman? em şerabetale dermanî xem e lêy heram bê ew kesey derdî kem e em şerabe ale bo bêderd niye lêy heram bê ew kesey rengzerd niye bo kesêke mey çizîlkî pêwe nê bo çî milhor lêre bînî pêwe nê!? bo kesêk e mey: ke derdî karî ye bêxemêk bixwatewa, zordarî ye bo kesêk e mey: dilî pirr bê le dax bo çî lêy bixwatewe berzedemax!? ew kesey bêkes niye w xanexerab dek be jarî marî bê bade w şerab! ew kesey neyçêştuwe derdî jiyan, ew kesey neydîwe êş û birk û jan, ew kesey nekra nîşaney tîrî xem, şanî danexza le bin barî sitem, ew kesey hestî be zordarî nekird tîxî zordarî birîndarî nekird, ew kesey destî le ew kê berdira ew kesey dujmin le malî der kira ew kesey neybînî hatî dujminî nîrî yexsîrîy le esto darinî ew kesey hênde nebû zuyr û zigar wa nekewte ber çepokî rojîgar ew kesey neyharî ber dasî zeman ew kesey “zirrey negeyye asîman” ew kesey dûrî ‘ezîzanî nedî tîr û taney bêtemîzanî nedî tozî bedbextî le ser şanî nenîşt lêy negîra dewr û pişt û çwar tenişt, ew kesey xwardî w le bin sêber kewt şew le bo keyfê le malê derkewt ew kesey xwardî w le bin sêber rima şew le bo keyfê le malî xoy nema bo debê bêt û bika meyxane teng? şwênî dîke zor e bo galte w cefeng ew kurey hêşta le jwanê rêy heye seyr e zor seyr e ke alûdey mey e ew kesey rawî nenên lêre w le wê ew kurey maçî kiçanî deskewê ew kurey doy dawetî destî denê bête êre, çone hey dêy nakenê!? ew kesey “destî le memkan gîr bibê” ew kesey “tiflî dilî bo jîr bibê” ew kesey pencole bukşê car û bar ew kesey destî bigate gerdinî yar ew kesey ramûsê kulmey tas û lûs ew kesey têy helnedabê çarenûs ew kesey bimjê xunawey gerdenê kufr e yek qetre şerabî ger denê ew kesey asûde wû xoş raybiward qet xemî yexsîr û koylanî nexward yek le malê çawerêy bû bêtewe dergî nêw malêkî lê bikrêtewe xemrewênek gwê bidate razî ew nazenînêk bê bikêşê nazî ew bigrê pencey nerm û nolî nasikê boy kirabête serînê, basikê heybê hêz û gurd û tîn û taw û gurr rojîgarî reş nebê bextî mikurr ew kesey cêgay le meyxanê nîye ew kese bade w şerabî bo çî ye? saqîya, wa wergerê, wa wergerê! rû le lay min ke meço bo ser perê lengerê bigre mebe wa berzefir bêne bo min, bêne bo min camî pir mey helal e bo min î wêranemal bo min î sergeşte wû rût û recal bo minî ba birdeley girdenişîn bo minî dil pir le nasor û birîn bo minî aware wû dûreweten bilbilî bêbeş le gulzar û çemen perweriwî, balşikawî, dengbirraw bêbijîwî, beşxurawî, derkiraw pîrî zûrhanî, keniftî, derbeder dîdesûrî, dilmekoy derd û keser datepîwî, bêpesîwî, bêqerar bêkesî, desteşikawî, kolewar lêw be barî, derdedarî, rencero şaîrî cwanîperistî dilbeso saqîya, bo kwê deçî, bo kwê deçî? toş le ber ew milhorane milkeç î? toş be reng û boy ewan xwardit firîw? çawî to şî helfirîwand zêr û zîw? toş degoryewe degel gewher huner? kengê gewher cwanî kirdin bextewer? zêr bela ye, bêwefa ye dewlemend her huner nemr e, hunerwer metd û rend “çilkî destî malî dinya” wek delên malperist peymanşikên e w bêbelên qedrî cwanî kwa dezanê malperist! cwanperist e pîrî xawen zewq û hest na meço, cwanê meço, wawe meço to firîwî zêr û zîwî wan mexo! ew hewesbazane cêy mitmane nîn her dezanin gulçinîn û beyrinîn wa were dey, wa were, nêzîk be lêm bimdeye mey, bimdeye mey ta delêm: “mestî mestem saqîya destem bigîr! ta neyoftadem zi pa destem bigîr! ca ke serxweş bûm be dengêkî newî bot delêm ew şfreberzey mewlewî: “beşnew ez ney çon hikayet mîkoned ez cudaîha şîkayet mîkoned” gwêm deye, ey dîdemestî qît û qoz! ta binalênim wekû bilwêr be soz nabê qet naley cudayî bêeser ca çi ney bika çi pyawî derbeder bo ye nalem têkelî ney kirduwe şîwenêkim pê we ney neykirduwe lêm gerê ba derbirim sozî derûn lêm gerê ba helwerênim eşkî rûn şîwenî min şîwenî însanî ye bangî azadî w giroy yeksanî ye şîwenî min şînî kurdî bêbeş e ew geley haşa deken lêy û heşe ba le zarim bête der pişkoyî şi’r ba firawantir bikem asoyî şi’r parçegoştêk e dilî min, rû nîye nale-nalî min direng e, zû nîye derdî dûrî, derdî dûrî kuştimî derdî wuşyarî w sebûrî kuştimî yadî yaran û wilatim roj û şew lêy heram kirdim qerar û xurd û xew xemrewênek lêre min nakem be dî çon pena bo mey nebem, saqî! edî!? nabînim xak û wilat û şarî xom nabînim nasya wû dostû yarî xom rû le her laye dekem namo ye bom nabînim cê jwan û kewnelanî xom şew dekêşim şewnixûnî w bêxewî roj deçêjim derd û daxî bêewî çon nenalê ew diley pirrhestî min!? çon le ejno bibnewe dû destî min!? çon nenalê ew dile engawteye!? berd le berdî bêtewe dengî heye janî nasorî cudayîm çêştuwe her çî xoşim wîstuwe cêm hêştuwe helbirawim min le yarî nazenîn derkirawim min le xakî dilnişîn bûme aware w perîwey dûr wilat kewtime nêw wirdedawî rêy necat bekre şofare ewî mûxey çinîm zêy mem û zînan wilatî lê tenî-m kewtime nêw çalî dîlî wek memê yaye zîn le kwê ye hawarî kemê! kwa qeretajdîn, çekow ‘erfo lekwê-n bêne hanam wek pilingî çengbexwên laseşorêk bûm xenîmî dujminan este engwawim be tîrî çilkinan wa-m be tenyayî le nêw xwêna şelal kwanê ‘el û kwanê xanzad û xezal!? zor le mêj e nare-narî minî nebîst her wekû şemzîn, şemîley xoş ewîst wek sîyamendê le çol û bendenê cergî let kirdim pelî darebenê şetlî cwanaw-im minî sardebirîn kwa xecim ta bom bigêrê germeşîn!? mangî “kanûnê be çilwan derkiram” wek birayîm lew wilate raw niram kwa perîxan bend û bawim bo bilê!? bo nasûtêm nebme polûy serkilê!? ew le zozan, min le aranî dejîm kê delê emnîş welî dêwane nîm!? kurdewarî ey wilatecwanekem! rolekem, xêzanekem, bawanekem! ey ewaney qet le bîrim naçnewa este bimbînin, erê demnasnewa? rojgar harîwimî wek esponî wird hêz û rwanay lê birîwim derdekurd bûme gepçar û deka galtey be min ew rimûzney zendeqî çûbû le min ey refîqan, ey ‘ezîzanîwilat! ey biray hawsengerî cergey xebat! ger denalênim emin pekkewte nîm têdekoşim bo wesil ta ku dejîm koşişî min zor be cê ye w zor rewa çûnke qanûnî tebfet wa ye, wa! “herkesî ke dûr maned ez eslê xîş baz cûyed rûzîgarê weslê xîş” rêge debrim, kwanê hengawim şile rast e bêhêz im, dekem emma mile her depêwim kêw û şax û çol û dest dêm berew kwêstan, berew baxî beheşt dêm berew zîx û çew û kanyawî xom çon le wane werdegêrim çawî xom dêm berew, ew dar û berd û bendene dêm berew, ew bax û mêrg û çîmene dêm berew zûrk û telan û kend û lend dêm berew bijwên û zenwêr û zemend dêm berew panawk û hewraz û nişêw dêm berew eşkewt û zendol û pesêw dêm berew befr û çilûre w bestelek dêm berew şîxal û rêçke w reşbelek dêm berew lêr û çir û bestên û çom dêm berew heldêr û gêj û bend ûgom dêm berew hobe w hewarî ba sefa dêm berew ladê, berew kangey wefa dêm bibînim nîştiman û zêdekem dêm bibînim xizm û kak û dêdekem dêm û degrim bazî bêrî şox û şeng dêm û degrim destî doy cwan û çeleng dêm girawîy xom le baweş wergirim dêm nehêlim berhelist û bergirim dêm û heldemjim şiney kwêstanîkurd dêm û deçme şewrrinî bêstanî dêm û deşkênim le wê camî şerab maçî şîrîn nayelê tamî şerab dêm û natirsim le perjînî be zî her perî serkewt û dêwezme bezî ta bimênê nûrî çaw û hêzî pêm dêm û dêm û dêm û dêm û dêm ûdêm dêm heta hembê birist û bîr û hoş ger gilaşim kurdewarî w êwe xoş!
·
132 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.