Gönderi

Hişyarî • Kamîran Alî Bedîrxan
Ne ceng û şer, şeva tarî, ne mêranî, ne Kurdistan Dilê min zexm û nêrîn e bila her cih be goristan Ne ma govend, ne ma zurne, ne ahenga dilê xortan Keser û giş kul û nale, bi xem mehdik bi xem Botan Ji hêlkê ax û hawar e, ji hêlkê xwîn û kortal e Ji hêlkê laşê xortan in, ji hêlkê dengê qertal e Ji hêlkê zaroyên sêwî, ji hêlkê jin û jinûbî ne Ji hêlkê sed birîndar in tu kes naye û nabîne Hevalê bûk û destgirtî ne ma qesr e ne ma hêwan Hevalê jin û dê êdî şeva tarî û goristan Ne ma Ewrex, ne ma Dêrgul ne man dengbêjê Kurdistan Ne ma bexçe ne ma sosin ne ma mamiz ne ma zozan Ji hêlkê laşê zaroyan ji hêlkê destgirtî Kuro rabe, bi camêrî çima nayî çima sist î! Hevalê hev bibin êdî hevalên hev birayên hev Hemî mêr in hemî kurd in hemî yek dev Ne botî me, ne xerzî me xulamê axa Kurdistan Ne mîr im ez ne axa me peyayê dewleta kurdan Welatê min tu î gevre bi nav û deng şehînşah î Tu mîr î hem tu axa yî tu hem sultan û hem şah î Buhişta erd û ezman î çiraya dil tu î armanc Hemî dîl in xulamên te heçî kurd in heçî kurdmanc Bilind î tu welatê min, welatê bav û kalên pak Tu xweşbihn î tu xweşreng î tu xweşdeng î welatê çak Bi gul û rez bi deşt û gir bi qesr û burc tu ava yî Tu sîng û pêsîra mak î tu î mehdik û ewra yî Welatê min biken êdî hemû kurmanc ji xew rabûn Bi rûyê te, bi çavê te dilê kurmanc hemî şa bûn Ciwan in lav û dîlên te bi hevîn dil gelek xurt e Rêya me dûr û dijwar e bi hêvî rê gelek kurt e Tu rêber be tu fermanber em in leşker em in esker Xudanê evd û îman in bi izna Yezd û pêxember Ji bo me roj û hêv êdî çira ne pêt û ronahî Qirênê kurd û Kurdistan bi zanîn e bi avahî Xweyî dîrok xweyî esl in me da zanîn me da Zerdeşt Welatê kurd gulistan e, gulistan in evî û deşt Welatê min, welatê xweş, welatê pak Kurdistan Tu hêlîna ciwan û xort tu î gewher li Xuristan Dinê geş bû û talî geş û tirb û gorn ji dil şa bûn Welatê min biken êdî, hemî kurmanc ji xew rabûn
Hawar, hejmar 10, 1-23 çiriya Berê
·
33 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.