Bilbil û gul, parîzê Botan û rengê çav û meng
Bin siha şîn û keser wek hêstir e, hawar û deng
Pilpilî, kokiyê zer, nêrgiz benefş û lalezar
Wek nivîna Zîna Zêdan, nalenal û giryezar
Ev stêrên zêr û zîvîn ruhniya erd û dinê
Bin pêyê bawişkê şînê bîr kirin hej û kenê
Dengê kund û bûm, eylo ser çaxa buhar
Ser newal û fêd û kanî hêstirek bû aşikar
Destê reş, qey hilçinandî, rûyê tavê ser zevî
Yek kevanjen, hat û avêt ser dinê tîrê şevê
Ney dinale, solîn û mêrg, parêzan guhdane wê
şahiya dil, deng û govend nav keser çû û revî
Nûbuhar, havîn û payîz û zivistan jî nema
Dora wan çaxa ketin, lêlan û berf û ah û ba
Nikil û teyr û dadika dunîkilan
Distrên paxendê wan, Zîn ket li çalan û kelan
Gevre ye ev şîna Zînê, Zîna Zêdan giryedar
Bêheval in gul û bilbil, bêheval e lalezar
Ruhniya Ewrex û Dêrgul, ruhniya Burcabelek
Ruhniya erdê Cizîrê, ruhniya Qesra Felk
Ruhniye efser û tac û ruhniya rexta nivîn
Ruhniya carî xulam û ruhniya Adar û şîn
Ruhniya Tacîn, çeko û ruhniya mîrê Ezîn
Ruhniya parîzê jînê, ruhniya jar û hezîn
Ruhniya xizan û sêwî ruhniya ezman û çeng
Ruhniya Polad û Ristem, ruhniya çavan û reng
Ruhniya kanî û hurî ruhniya bihna buhar
Ruhniya bîcade, gewher, ruhniya zîvînîtar
Ruhniya erdê welat û ruhniya ar û bihuşt
Ruhniya av û çîman û ruhniya dar û bihuşt
Ruhniya zimridê Xusrev, ruhniya bistamê Key
Ruhniya ney û blûr û ruhniya paxendê mey
Ruhniya seyda, hewarî, ruhniya firdewsê bext
Ruhniya hêlîna jaran, ruhniya ekwan û text
Ruhniya nermî, delal î ruhniya rêl û çiyan
Ruhniya şêr û piling û ruhniya mêrg û giyan
Ruhniya hêvîn û pêtan ruhniya Efrasiyab
Bendeyê Zîn e firişte, bende ye Tehmasiyab
Ruhniya sor û sipî û ruhniya zer û heşîn
Ruhniya pîr û ciwan û ruhniya hawar û şîn
Merhema hêstir û jarî merhema çaxê xirab
Merhema ah û birîn û merhema kalan û bab
Zîna Zêdan, Zîna ezman, Zîna nêreng û delal
Zîna xortan û firişte, Zîna çav û bab û kal
Dilketî ye Zîna Zêdan, dilketî xortan û pîr
Ser dilan hêvîn şah e, efser e, ser şah û mîr
Hawar, hejmar 5, 20 Tîrmeh 1932