Gönderi

Pêjna kenê te mîna pûtekî kevirî di nava bîstikên bêrîkirinê de çikandim , li ber deriyê mizgeftan hezar carî , şikandim û li ber serê mirinê kevir bi kevir li goristanan gerandim . pêjna kenê te piyalek mey di nav teliyê olperestskî kalemêr bi ser desmala dîlbera ciwan de rijandim mîna helbestekê , ji nişkave ji hiş revandim û wekî baraneke bê demsal bi ser taya hevokan de barandim. Ez di tirsim îro jî bişkêm û birijim ! Kezî zer ; te çawa leglegên gundê me hînî bêrîkirina biharê kirine , xecxecokên şermok hînî diziya ramûsanan kirine , te çawa , asman û deriya hînî rengê çavên xwe kirine , min jî hînî jibîrkirinê bike bila îro pêjna kenê te mîna pûtekî kevirî carekî din min neşikîne
·
11 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.