Gönderi

Mîna Mûmekê
Mîna mûmekê Domikên dawî Rûpel bi rûpel Di şûşeya salnameyê serxweş dişewitîn Ev salên serxweş mîna feleka min Ev salên şil razan mîna çavên dayika min Ev sal , Bi lez bi lez hatin û mîna bihara welatê min Berî barîna evîna yekemîn şûşeya sersala zayîna xwe vexwarin û çûn wisa jî Hemû mêvanên te Xewn bi xewn Mîna " mûma li ber bayê ´ hatin piyalek şev jî venexwarin û berî barîna azadiya yekemîn xewna sersala şewata te şikandin û çûn
·
116 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.