Gönderi

Rojnivîsk
Dîwar ji min tije bûne, dikin ber bavêjin..!! Hayê wan jê tineye.... Ez neha di tariyê de diçim mêvandarî Di tariyê de, çaxê ku ez û wan mîna hev, bêreng, xwiyadikin.... Ez êdî ne wekî wanim Wan bi gunehên min neşewitînin..!! Berê, berî bîstikekê, min carê tiştek ji xemla dayika xwe diyarî wan dikir... îro, berî bîstikekê, çaxê ez pêrgî berhevoka xwe ya yekemîn bûm.. Hemû, hemû helbestên min, bê bazin, bê xizêm, bê şarika dayika min bûn... ji newrozê re çar roj mane. Rêwiyên ji wê hêlê ve tên, wêneya Siyanîd ê li xwe kirine, dibêjin, ji duh ve şahî lidarxistine, .. li wir Ku min bêriya welat dikir min helbesetke xwe fêrî siwariyê dikir bi rim û mertal dikir ber bi çiyê ve rêdikir. îro, ku min bêriya welat kir tenê li ber helbesta xwe ya yekemîn diketim.... ji mêj, ji ber wê pencerê ranebûme... li wir nimêj dikim, qehweya xwe vedixum, cejna dayika xwe pîroz dikim, kaxezan dikirim, nameyan dihinêrim, mêvanên xwe pêşwazî dikim... li wir şoreşa xwe li dardixim, biserdikevim, bibindikevim.... li wir, dawiya şevê, bi jinekê re radizêm.... û.. li wir.... ji mêj dixwazim xwe vexwînim şevbuhêrkekê lê ne xwiyame!! ... ji mêj nekû ji berîka min ketibû yan min li şûna xwe jibîr kiribû, dibe yek ji we bixwîne.... ez jî bibihîsim, bawer bikim, ne xewn bû.. Wê kengî memikên te biwerivin. Ev berf di nav lêvên min de ji xewa ket..!!
·
23 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.