Gönderi

Şevek Zîz
Hemû çirayan vemirîne Herdûyên xwe vêketî bihêle Jê û pê ve Ez ê bixwe li rêya xwe bigerim *** Memikên te ji fedya ranedizan Ew cara pêşî bû serê xwe datanîn ser balgiyek e tazî Jixwe nivîna min ji xewa ket cara pêşî bû singa xwe ji ahînên mê re vedikir..!! *** ez êdî nikarim nexşeyan bixwînim va ye keştiya min bi deryaya te ket ku ez gihiştim peravên giravê ji bîr neke herdû masiyên zîv ji ber kaniyê bide alî bila keştîvanê min cara dawî berî berbangê xwe di ava şêrîn de bişo… *** her ku pêla dilbijokiya te bilind dibe stêrek ji memikên te yên şemîtok dirije nav tiliyên min.. ku dadikeve dilopek şîr ji pişta min bi ser ahînên te de dimeye…!! *** di nava destên te de ji tihna şewitî berde! bila bîstikekê di kaniyê de bileyize…!! *** min ji te re digot tiliyên xwe yên mizawir bernede nav şikeftên min Te digot yê ku dêwan ji xewê şiyar dike dizane wan di kîjan dergûşê de bilorîne..
·
34 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.