Gönderi

Tu Jî Mîna Min Î
Tu jî mîna minî û.... û.... Ez biyaniyekim min ji mêj temenê xwe sipartiye demsala serxweşiyê û serxweşiya xwe sipartiye Piyaleke din û din. Dergehên dilê xwe di laşê mêraniyeke sitûxwar de veşartine Ji siya hebûna xwe re li nasnameyekê digerim. *** Tu mîna minî û.. Ez xwînî me.. Di xencerê de şûna pişta min Mîna dafka kewê, Xwe veda ye. Ez hîna dilopek şîr bûm ji pişta lerzîneke şeveke zivistanê di ketim malhêvana çêbûneke tîr, Peymana bi darvekirina xwîna min li Mehabadê hatibû rêsan Ez xwînî me û hîna jî Ji dû şopa birîna min venegerîne *** Helbestekim Kevirên şorerşê ji qorziyên şikestina xwe berhev dikim û gewdê hilweşîna xwe, Pûtê hesinkarekî Di hestiyê serhildanên ku xwe ji zinaran werkiribûn de dikolim. Riwê hilweşîna xwe, wêneya keziyên şewitî Ji rengê xewnê ku mîna dilê Xecê bi ser birînên xwe de rijyan nîgar dikim. û hîna jî helbestim Di kernevala ser jêkirina komarê de mîna çirayekê di şewitim.. ... Di şikêm û Ji qorziyên şikestina xwe kevirên şoreşê berhev dikm. *** tu jî mîna minî hevalê lê ez bi tenê me û ji tenahiyê bûme karwanekî rêwiyan... dilê min di cejna dînbûna xwe de mîna sînorekî li sitiriyên rêwîtiya min hatiye hûnan ..... şopvanê rêya min hîna ne westiya ne çavên wan li rojhilat e ku li stêra min di gerin carna li ser gora felekê sitranan di çînin, çaxê ku Adar di singa tembûra Mihemmed şêxo de Kulîlk vedide. ..... Di hembêza dayikên şemiyê de Pêrgî wêneya windabûneke min tên. şopvanê rêya min çavên wan ber bi rojhilat e ku bi çiyan dkevin di gewdê birîna mnî germ de nimêja berbangê di xwînin li ser darbesta min nexşeya rêwîtiyeke nû radixin û ….. Carna mîna çavên zeriyeke fedyok çîroka evîna xwe û rojê di paş bijbnkên şevê de vedişêrin Carna jî li zagrosê di bin aşûteke berfê de ji nişkave… …radizin …radizin …radizin *** tu jî mîna minî …he… …va… …lê… lê…. Li min bibûre ez ji duh ve bi taya bayê bêrîkirinê, sî salan şewitîm bûm pelek dûman û... bûm... ..... min bi bexşîne ...... bi xatirê te
·
57 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.