Gönderi

îsal -1998- me sed mûm Vêxistin û Sed û pêncî sal Derbas..bûn ji Dema ku Mîr ji hespa wî Daxistin Burca Belek li Cezîra Botan Kavil û wêran hiştin. Kurdistana Kurdan Talan kirin û jihevxistin… ? ? ? Va sed sal derbasbûn Me sed mûm vêxistin Ji bo rojnameya Mîr ? ? ? Ji sed salî ve Mîr qeyd û bend şikandin Dirûna çav û dev dirandin Di sirgûniyê de Li ber xwe da, hawar kir û Rojname weşandin Gazî kir û got; Em nayên tewandin Em nayên bişaftin.. ? ? ? Salan dan pey hev Stewyan û zer bûn Kurd ji xew rabûn Dan pey serxwebûn Hebûn an nebûn û Bi dehan şoreş beravêtî Têkçûn… û Mîr nedît Azadî û serxwebûn ? ? ? Va îsal -1998- ji nû Piştî sed salî Me sed mûm vêxistin Ji bo rojnameya Mîr Li cihê Mîr dixwest Li perçê azad, perçê aram Li başûrî Kurdistan Bi saya serok Kurê Barzanî û Kabîneya sisiyan Li Erbîla paytext Li bûka Badînan Xweş simîner, kor û Mihrecan hatin lidarxistin Bi govend û dîlan Zînê bingehê pirtûkxaneyekê danî Bi navê bapîrê xwe «Mîr Bedirxan» Zanayên Duhokê Navtarek bijartin bi navê «Miqdad Midhet Azîzan» Wezîrê rewşenbîriyê Xelat belavkirin; li kesên ku dane Ser şopa Mîrê Botan… Nizanim, Yên ku îsal Ev kar û bar kirin Wê kî xelatê bide wan? Ji wan çêtir nabînim ku Vê xelata xwe, li xwe û wan Parbikim ji dil û can şabaş û spas ji wan re Yên ku xwe gorî welat dikin Birano werin Em jî xwe bikin gorî wan. Gulana 1988an
·
32 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.