Gönderi

Ev çi dem û dewrane xwe di bînim têde Dûrbûn û sirgûnî yê dibînim dirojan û rêde kul û xem li şûn kêf û şahîyan xwe didin hev û hin bi hin tên bi pêde wek rêwîyê rênenas biyanîyê bê dost û heval ne dizanim herim bi virde ne bi wêde… çendî min dixwest; Dil carekê lêde lê mixabin na lêde na lêde *** Gelî pismamên xewar ! kul ûxemên min ji dûr û nêzîk ve yek terzin yek celebin qet ew ji hev cuda nabin ji mêj ve ji mêj ve di nav xewa ( çaldêran) ( Zehab) û ( Qesra şêrîn)de Razane şiyar nabin ji nêzîk ve di dawiya çexê bîstan de di nav lingê rêxistin û partîyên têvel de xilmaşmane çavê wan ji xewê venabin *** Mêzekin mêzekin li peymanên du bend û sê bend bê çawa tên danên Ma gelo raste wê Rojhilata Navîn ji terorê rizgarkin an wê destê Kurdan di qeyd û lelakin ! da ku careke din ne bêjin em Kurd in û serê xwe nerakin *** Xewarên xewa zivistanî ! şiyar bin Ji xewa zivistanî rabin va 483 salên zivistanê buhirîn 74 salên dawîn bi berfa giran zîvirîn Nelson Mandela 27 salan di ber gelê xwe de kir girîn xelkê dinyê bi ser heyvê ve bilind bûn û firîn Bi zayîna berxika ( DOLLY ) bawerîya xelkê hat guherîn û hêj partî û rêxistinên me dizên berdavên hêj di çil de avisin difroşin xwezî ji gel re bikirina kirîn Wa weylê li vî halî bêlo mebe ji vê rewşê ji vê nexweşîya bi kul xem û birîn … *** Pismamên xewar ! derenge zû ji xewa zivistanî şiyarbin serî ji bin tarîya lihêfê rakin Qey hûn dengê teyrê qertel û berate li asmanê Kurdistanê seh nakim ! *** Êdî bese li hev ewlabin ji xewa zivistanî rabin şiyar bin şiyarbin berî buhar û havîn derbas bin heger hûn şiyar nebin wê çax û demên me herdem zivistan bin herdem zivistan bin
·
31 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.