gerdûnê dîsa te kul kir, derd û efxanên di dil
bayê kerbê te li ser kir, nalîn û feryadên di dil
ketme baxçê nûristanan çûme nav rez û bîstanan
diçim cem pîr û ciwanan, kêm nabin zarînên di dil
dicivin li ser hev dilînan, dizarin her wekî dînan
dilivin şubhê birînan, hayho û hewarên di dil
kî dibê evîn ne kor e, ne pejnek ji sêla sor e
ez dibêm şûjin û doj e, bendeke qewî ye di dil
roj diborin weke avê, deng dernayê qet ji yarê
dinalim sibh û êvarê, tevî xemanên di dil
kengî dibînit wesletê, kengî, dê çit ev xefletê
her wekî bayê xelwetê, nû kir ev derdê di dil
di dil de şîn dibin birîn, xemê yarê nema aş in
ava kewsera yarê, dê kengî derman ke di dil
bayê felekê ji jor, dê xwe berde nav hinavan
her wekî marekî kor bê, êrîşê hundire di dil
mîna rewzê ez li bendê, dipêm ez berkenên te
dê kengî vebite derî, da ku aş bin kulên di dil
kanîya ‘işqê teqîya, hêvîya rojê weşîya
erd û ezman tev hejîya, digel fixanên di dil
ey dilo bes birêje, agirê ‘işqê disoje
serîyan bes biêşe, bes bugvêş azaran di dil
batinê xwe ger te hel ket, şûn de li zahir veger
wê çaxê tofana ‘işqê, dê bibit baskên di dil