Gönderi

Koroya Nemiran 2 • M. Zahir Kayan
Koroya nemiran dest bi kilameke dilşewat kiribû, di vê kilamê de cejn û geşiya serîhildanan bi awazekî tarîqelêş bela dibû. Her mirovên koroyê, di nav kincên xwe ên sor de bi dengekî hewargazinî diqîriya. Kewa di nav milê wan de spî / spî awir diafirandin, gul di nav nikulê xwe de dikirin zimanê felatiyê. Koroya nemiran wek jiyaneke xefî li ser dilê Biyad kon kuta bû, li van herêman kambaxî xwe di vê koroyê de dida xuya kirin. Govenda felatiyê di hundirê Biyad de yek bi yek diqewimî ji nû ve. Serhonazê koroyê şivika di destê xwe de wek lezîna brûskê dihejand û li gor dengsaziya senfoniyê dixiste kemleke tekûz. Serhonaz bi bagera senfoniyê agirdilî dibû, bîso / bîso dişewitî. Di gorana koroyê de rastiyek hebû`, rastiyeke wek kevirên seqî, wek baranê coşekar, wek rengê keskesorê xemil bi xemil. Koroya nemiran tîrêjên rastiyê di şibakeyên çavên Biyad de didît. Hemû kul û geşiyên qewimî di çemên dilê Biyad de şîn dibûn. Mereqên Biyad dibûn mijara senfoniya koroyê. Biyad bi hemû hebûna xwe bersiv ji xwezayê, ji xwezaya bêmirov xwest. Ji nişkav de xweza hate zimên, axivîn bi dengê xwe ên taybetî. Dilê Biyad dîlbendî kir, bû berdevkê axaftina wan. Qala hemû serhildanan kirin bi sewteke çarînî ku giraniya keda bindestan tê de bijarte ye. çiya hatin zimên, dubaskên cûrbecûr xwendin sitrana bagera felatiyê, riyên çiv bi çiv heleq / heleq şewitîn û qala piyên linçolan û birîndaran kirin. çiyayên sîhbilind xwe qure kirin bi mêvaniya şervanan, çiya awazên fena zengil barandin. Wek çemekî, wek lehiyeke bêdestkêş gazin û pesnên welatê xweybê ji Biyad re kirin, teyîsî şînzerya bi her dû çavan. Kelek û keştiyên dilê Biyad bû piştevanê van rastiyan û tevî senfoniya koroyê bûn. Bêhna barûdê, erdhejîna panzerên tekerxwîn, xişîniya marên dupê ên ku li ser çîmgehên pîroz birînên pelixî çêdikin. Bey ta deflêdana govenda bindestan ya ku hêviyê dike rastî, rastiyê dike jiyan ji vê senfoniyê dibeziya. Biyad bi rihekî pisporî neqişand di dilê xwe de ev koro, ev koro di hundirê Biyad de bû teqîneke felatiyê, bû bersiva tolhildanê, ko kir tirpana felekê bi bagera xwe. Li pey hev dirêjî bêdawîtiyê dibûn mirovên koroyê, gişka daxa mirinê li ser eniya xwe kiribûn kelayeke ku tu car ji bîr ve nebe. Di koroyê de li ser laşên her kesî teşqeleyeke mirina xiniz. Giş li benda Biyad bûn, nefesa Biyad ku nêzîkahî li felatiyê dikir cejneke bi pesin xwe berdida nav murxa koroyê, mirovên kincsor dilgeşî dibûn. Tama rizgariyê devê birîna wan pak dikir. çavên Biyad ên kûr û zanyar awir pekandin li van herêmên bêdeng, li van deverên ku mirovahî lê pirtî / pirtî bûye. Keda felatîxwazan wek dilopên avê di bin baskên kulîlkên nexşereng de veşartî mabûn. Veşartî û di tarîtiyê de mabûn hestê serîrakirina bindestan di nav çêreyên welatê xeybê de. çavên Biyad şahidî li kirinên gel dikirin, porê jinên meşkşw şirîteke d ûr û dirêj bû li pêşiya çavên Biyad. Garana koroyê her diçû bagereke zexm diafirand, hêza senfoniyê tragedya rizgariyê li ser lêvên Biyad dixiste qêrîneke tengezar û xewrev. Mirovên koroyê kewên ku baskberdidan li asîmanan xistin. Kew azad bûn ji nişkav de li dor serên mirovên koroyê de, heleqên spî afirandin. Bi meqamên koroyê her çûn zivirîn li dar hev, helbest / helbest hestên xweşik niqutandin dilê kincsoran. Serhonazê koroyê serxweş bûbû, şivik ba dikir hemû bejna wî bi şivikê re dihejî, dilerizî. Ji nişkav de wek volqanekî dengdêw dilqê çaran hate xwiya kirin. Vêketin agir bi agir, agirê wan wek keskesorekî sehneya karoyê xiste nav dîmenekî bi neqş. Xortê kemangir keman danî ser milê xwe, bi dilekî tenik bi hundirekî dilşoşk û melûl, têlên kemanê da girîn, da jenîn û da kenîn bi serdanpê. Wî li kemana xwe da, keman tije bû ji bagera dilê xort, bagera dilê xort hemû hest û dilîniyên koroyê û çaran mijand sewta kemanê. Keman werimî, werimî bû meşkeke gazinkarê dew. çaran ji giloveriya sor derneketin, di cihên xwe de kilamên bi agir kedîkirî xwendin. Ev xwendin wek kenekî, wek dilgeşiyekî xwe li rûçikê Biyad sût.
·
45 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.