Gönderi

Şehîda Yekemîn • M. Zahir Kayan
Di dilê min de mirin, sawên reşqeratî xêz nedikir, bêro dimam carinan min şopa royê winda nedikir, li ser zimanê min çend peyvên gulîmifte û pisporê min bezîna berikên rêvekirbûn Di zarotiya xwe de ey kulma koletiyê, min tu helandî di nav şîrê dayika pîroz de Bi kenê xwe ê qerqaş min tu qewitandî li ser sormemikên têrbûnê Li ser lêvên jîneza min nehîşt tu bibî maçek qedexe, li hember te derketim, bi gurz û mertalên zarokeke hevalcin Min berê xwe da te ey bindestî Ji ber bagera te heliya yek car li jor hêlekana min moriya hêşîn ya nezerê Ku mirov bibe zarok tu sirf ji bo xapînê li deriyan didî, lê quweta te nagihê zarokan dizanim, vir be bêje Dizanim tu jî digerî li gor xwe mirovan Divê bûk bi dilê zavê be, ma wisa nîn e Belê divê kole li gor qinyata koledar be Bê xwestin tu jî nabî zava Wê çi kêrî te bê laşê zarokeke li benda şîr Sirf xweşa te diçe ku bikî dilqê jimeçêtiran û heya sibê bileyîzî bi me di paşika dayikê de li berê dîwaran tu Erê koledarî tu di nav xeyalên min ên herî delal de wek dirikek jehrî bûyî Lê ez wek keçikek di demên Mîr û Began de zû min xwe ne spart te, li ber guhê min xişxişkên rizgariyê senfonî kutabûn her wekî Her wekî em nasbendê hevdû bûn Di nav porê te de min didît çendî çend car tenîtiyên mirinê, rehên rûçikê te qeydan / qeydan xwe tûj dikirin, dilê tirsonek, bi straneke xweşik aş dibû û ez diketim xeyaleke spî heya serê sibehan Heya serê sibehan tu dibûyî qerepere Ne ez ji te re bûm yar, ne jî te devji min berda Xwe neavêje qelaçeyên tarî, wisa bizanibe tu, ez ji bo kuştina te hatime, han ji te re meydan Tu mirinê bifroşe, ezê bi keleka jiyanê derkevim pêşya te Min tifinga xwe bi ava çavên mi ri yan şûştiye, nericife tu destûr nadim te Dizanim tê li min fenda bikî Tê li pêşiya min teleyan ava bikî Tê bibî agir bikevî devê bombeyên dilqelêş Wê ji te girtîgeh bizên Gerîneka huba me wê bi dirikên te çaralî bê girêdan serdanpê Mirina me wê bi xiniziya te bibe şîneke giran Tê bibi kesereke xapînok bikevî qedeha dilê xwîşk û birayan her wekî Naxwazim li ser mezelên miriyan bibî guleke hêvîdiz tu Koletî ez hatim li ku yî tu Mêze bike dixwiye qet di neynika dilê min de tirsa babezîn û sawdariya mirina kor Mêzenakî tu koletiya destqirêj li mêrxasiya min Nabînî ew sondên ku min xwarine û her yek li ser pişta min bûne barekî giran Ma qey val a ne ev sond, nafilitî ji vî destî bila haya te ji te hebe her Gunehê min li wistiyê te, li kêderê ketime destê te ez, li min xemgînî nebe Bipelixîne serê min bi gurzê xwe Ji te re helal be, lê wisa jî zanibe ku gay bi gavez jî li pey te me wek heyveşevê Dilê min bilindahiya çiyan dixwaze Sitûxwariya hemû gelan, hespa binê min li arîkê asîmanan dixe, axîna bindestan, tûj dike baskê min li eqarên Xwedê dixe Hêrsa min li birekên çiyan dikevin tûj dibin, tûj dibin awirê min di nav bezîna bayekî tewanbar de bi êrîşkarî Ez serhonaza felatiyê me, mirinê dikirim Ji bo ku kedî bikim koletiyê, ji bo liqayî rûçikê we yên bi qirêj û şermî bêm û şemaqeke sewtbrûsk li sifetên we daynim, wek daxa panzera ku li ser axa pîroz birînan dinvîse Tu jî dizanî lehengiya min ey sîha serdetsê hemû sîhên di erdê de veşartî Min tama mirinê di wan binçengên te ên dojeh de hildaye, dema ku te ez avêtime jêrekûrên baweriyên xwe, dev ji min berdan hemû kevokên felatiyê Li ser serê min beyteke koçeber kuxiya û tamîş nedan li hember bêhna min a qirêj Di wê hengê de bû penzewar şîrê dayika min Bûn gurzê parastinê kenê min ên zaroktiyê Tu li ser sînga min çok vedabûyî Hindik mabû kon jî bikutî bêdestûr Dengê şînê ez heşyar kirim, mirinên xweşik ez avêtime deryayeke spî Erdê vê herêmê bi zengila dilê xwe kerika guhê min paqij kirin zû bi zû Destpêkiribû şer dema ku rabûm şer erdhejînek çêkiribû Dengê tifingan bêdengiya welatê min xera kiribû Belê ref bi ref firyane çiyan em Dibû berxwedan rizgarî di nav lepê me de De bibêje ey kaletiya ku mirinê di nav destmala xwe de wek zêrekî digerînî De bêje, ka di çi rewşê de bûm di henga berxwedanê de ez Gela te şahidî kir li girînîn min Di rûçikê min de qet rondikên lavakar peyda dibûn, were zimên rast bibêje Min bi çend awiran berî mirinê da Ew şev ji me herduyan kî mir bi rastî
·
62 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.