Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Bi Narê Firqetê Sohtim • Melayê Cizîrî
Bi narê firqetê sohtim Ji ferqê ser heta pê da Xedenga xefletê nuhtim Ji berqa lami`a tê da Xedenga firqetê re`d e Dilê ew xefletê lê dit Dibêjim wer cebel bit ew Bi ker bit wê di gavê da Heçî firqet nedî hicran Nebê min dax û key lê ne Ji bil derbê di hicranê Firaqa rûh û can kê da Ji her bêdax û bêderdî Mepirsin mihneta `işqê çi zanin bê xeber jana Dilê dax û keser tê da Kesê mihnet dî û firqet Vexwarî cer`eya hicrê Girî wan tê bi halê min Di vê hicran û zecrê da Bi dama muhbetê bend im Xedenga firqetê dil nuht Bi şubhê murxê nîmbismil Di hev wertêm di xwînê da Birûska batinî da dil Di pêtê sîne wê werbû Ko dê bêtin tebêta dil Di nav wê nar û pêtê da Ji ulfê şubhetê zulfê Medam lew bêqerar im ez Ko canê min `ezîz îro çû û dil wê di ulfê da Ji mehbûb dûr kirim çerxê Felek wê pir hilavêtim Nizanim dê li kû dit min Di vê dewran û çerxê da hebîbê bêxeta kuştim Bi derba firqetê axir Ji wê rojê dizanî min Ko yar ew tîr li cergê da Gelo dîsa bibînim ez çiraya weşletê hil bit Bisojim şubhê perwanê Di ber wê nûr û şewqê da Bi derba kewkeba Subhê Li meşriq Zuhre tali` bit Zuhel dûr bit bi şeş bircan û winda bit di xerbê da Ji qundus Zuhre peyda bit Ji hindis Muşterî bêt der Spêdê dit sureyyayê şefeq dit qametê pê da Ji şewqa ebrûyan binmêt Hilal dîsa di qewseynan Ji xawer bête xwirşîdê Zelam werbit di nûrê da Bi werdan zeyyinîn gulşen çimen da lale bişkiftin Binefş û çîçekan vêk ra şefeq da yek di rewdê da Sehergeh `endelîb mest in Ji bihna werd û bişkojan şubih tûtak û goyînan Dinalin em di firqê da Li kelbê asitanê xwe Nepirsî qet hebîb carek Gelo nayêne bîrê em Di vê nêçîr û ravê da Dizanim şehsiwarê min xezalek wê di fitrakê Bi cayî şeydê ez bûma Di wê fitrak û bendê da çi heddê sed hezar can bin Di fitraka hebîbê min Ko sed Cimşîd û Keyxwisro xulam in ser devê rê da Di deh salan mulazim mam We yarê rû neda carek We ger ne yar eger rû dit Heye carek di salê da Dilo mizgîn e min şa be Ko sultanê me dê bêtin Ji min bawer ke peyxamê Seher mizgîn bi min pê da şukur bînahiya min hat û Ye`qûb dîde rewşen bû Bi boya Yûsifê Misrî Li Ken`anî beşer peyda Nesîmê sinbil û sêvan Seher da hebs û zindanê Vebû qufla me bêmifte Ziringînî ji quflê da Firaqê, şev bi axir çû Spêde kifş-i bû dîsa Merîxa nehsê ava bû Xwiya bû roj di şerqê da Di çerxê wek nucûm dêmdur Sema hatin qirana yek Heyîva bedrê bû ew Surperî min dî di reqsê da Ji Wadiyê-eymenê dilber Nizam enguştek izhar kir Ko xweş enwarê berq in ew Tecella bûn di torê da Qirana Zuhreyê min dî Di ber `iqda sureyyayê Ji perwînan dibêjim `eks e hêj keftî di camê da hebîbê `ezmê suhbet kir Di caman lew şerab anî Dilê min dî du şeyyadan Ji biryan ra berî wê da Bi tolên asitanî ra Vexwendim mîr bi dergahê Bi vî çavî hebîb dîtim şukur ev şefqe Mewlê da Ji şeklê ebrûyên saqî Hilatin sed hilal îro We bedrek min muqabil dî Işaret min ji `eksê da Bi zehrê xwey şerîf xwendim Ko xidmetkarê dêrîn î Te pir cewr û cefa dî ne Di sulûk û se`y û cehdê da Biçîn werdan ji gulzaran Ko exyaran bi dest xar in Ji mexşûşanê dergahê Du `am in ew di hecrê da Bi teşrîfa xwe ez xwendim Ji lutfê bende nîşan kir Xelat û şefqe û dildan şukurxwaz în ko Baxwey da Mi hadir secdeya şukrê Li wê `erda muqeddes bir Bi mujganên xwe dur suftin Enî malî li `erdê da Heya bînahiya çehvan But û `Uzza û Latê min Tu yî pêşber sucûda min Sehergahan di xelwê da Li bal `ilmê te me`lûm e Ji jînê min tu meqşûd î Fidayê can me dê can bit Di qesta wesl û dînê da Bi husna xwe ilahî kî Bi sehm û heybeta dînê Nucûm û kewkebê lami` Ji bala tên bi bejnê da Bi xalên werd û nesrînan Ji qudret xet kişandî lê Bi terha nêrgiza `êlî Sehergahan nesîm lê da Ko tolê asitanê dûr Nekî êdî ji dergahî Ji Baxwey vê rucû nakîn Di babê lutf û rehmê da Tu narê firqetê zanî Dikarim ez tehemmul kim Diyarê kohê Qendîl im Meger fîl im di `işqê da Zehê derdê mezin firqet Ceger sot ateşî da dil Cihê şebrê nema çendan Ferec min dî di sebrê da Mela bê qameta yekta Qiyamet min bi çehvan dî Firaqê rûsiya bin te Ji min canê şîrîn cê da
·
1 artı 1'leme
·
117 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.