Gönderi

Ji Remza Dîlberê Dîsa • Melayê Cizîrî
Ji remza dilberê dîsa Li min batin vejîn derde Di lebsê tariyê min dî Xwiya bû ew siyahcerde Di lebsê tarî û nûrê Perîrengê sifethorê Ji Wadî eymena torê Muqeddes kir li min `erd e Ji nar û nûrê teqdîsê Tecella kir li min dîsê Li ser textê xwe Belqîsê Hilanîn bêhicab perde hicab û perde avêhtin Seba reyhan hilavêhtin Ji bircan tîr-i pir rêhtin Gihan min rast û çep cerde Kirim amancê mizraqan Di dil da tîr-i çûn faqan Bi celladê xwe ew xaqan Dibêjit hêj tu xencer de Bi derbên xenceran kuştîn Bi xwîna şohr-i lê miştîn Di çîna sinbilên qişt în Me dil pir misk û mawerd e Gulên her misk-i ezfer lê `Ebîr û `enberê ter lê Semaya sosinan her lê Bi zulfan mat û mawer de Bi serwê sinbilên tarî Bi hev ra bazî û yarî Bicû da xwîn bibit carî Ji qewsan gezmeyan berde Ez im amancê wan tîran Ji peykanan û sertîran Bûyim polad li ber şîran Seraser têk-i mam ber de Ko dilber hate vê yolê Ji ber pir hin ketin çolê Ji qencan ko revand holê Ji mehbûban birin nerde Ji qedd û bejn û balayê Ji reng û dêm û sîmayê Tirengî qet xeber nayê Di husnê cewherek ferde Bi xeml û reng û re`nayê Bi mehbûbê bi zîbayê Bi ew husna xwidê dayê Ji gulrengan gula zer de Nebat û şekkera lêvê Nesîmê wê gul û sêvê Hilînit perdeya şêvê şifaya hindekê derd e Ji neqş û şun`ê cebbarî Muterra turreya tarî Li nûrê miskê tatarî Li ser wan xemriyan berde Li ber rojê bibit xêlî Binêrim qameta `êlî Qedîf û zerkeşê têlî Zubad û misk û `enber de Bi sîmavê bi zêravê Tu rojê neqşikê bavê Ko da Erjeng ji wê navê Li ber rojê nebit perde Eger berqek ji wê rojê Ji ber wê `iqd û bişkojê Bidit qelbî wekî dojê Li ber dojeh dibit berd e Di meydanê şirînxencan Biçerxin mislê şetrencan Turaba ber pêyê qencan Zubad û `enberên gird e Dibit bêjin wî sultanî Bi heft ayatê furqanî Li mehbûban tu xaqan î Were derbê li qeyser de Mela zanim ji meczûban Tinê najî tu bê xoban Dema dil dî bi mehbûban Bi şox û şeng û esmer de Dema cellad-i bên bazî Bi şîr û xencerên tazî Li dergeh da nekî gazî Delal û naz û perwer de Emanet da ji bêhoşî Durên nasufte nefiroşî Mela zanim ji medhoşî Te dil bê xwab û bê xwird e
·
166 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.