Gönderi

Mizgîn Ji Me Ra • Melayê Cizîrî
Mizgîn ji me ra bêt ji surşêrînê Canê xwe yê şêrîn didirim mizgînê Sed çîn di xwe da girtiye zulfa te bi çîn şi`ra me û heq lew çû heta Maçînê Neqşên felekan guh didirin vê nezmê Tenha ne beşer her dikirin tehsînê `Işqê ji xwidê da tu bixwazî jê ra Ger dê li neyarek xwe bikî nefrînê Yek secde tinê ferd e di dînê `işqê Bin berqedê yarê di mecalê dînê `Aşiq ko bi dil fatiheya `işqê xwand Ayatê yeka yek dikirin amînê Me ji le`lê lebê yarê xwe vexwar ava heyat Exyar-i bila têk-i biçin darînê Lazim bi xwe ayîneyê Rûhi l-qudus î tu Lew kes nedîn horî bi vê ayîneyê Caiz bi te min »heysu l-beşer« nisbet dan Bihn û şefeq û nazikiya nisrînê Ev rengê fesahet ji beşer sihrê helal I`cazê beyan aniye ber tedwînê Da nale û ahên me ji dil şeh bikirî Wer guh bide hindavê serê balînê Ferhad-i dizanit tu ji Perwîz-i mepirs Etwarê xema `işq û sura şêrînê Bê nuqte nehin daîre ihsan ke Mela Dewwarê çi kit daîreya tekwînê
·
40 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.