Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Sebahul Xeyrî Xanê Min • Melayê Cizîrî
Sebahu l-xeyri xanê min şehê şêrîn zebanê min Tu yî rûh û rewanê min Bibit qurban te canê min Te`ale l-lah çi zat î tu çi wê şêrînsifat î tu Ne wek qend û nebat î tu Yeqîn rûh û heyat î tu Heyat û raheta can im »Sebahu l-xeyri ya xanim« Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê Sebahu l-xeyri mesta min Letîfa cam bi desta min Xumar û meyperesta min Tu yî meqsûd û qesta min Ji meqsûdan tu yî bes min Bibin ber çerxê etles min Ji xeyrê te nevêt kes min Bi reştûzên muqewwes min Di benda zulfê çewgan im »Sebahu l-xeyri ya xanim« Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê Ji wê zulfê ji wê bendê Reha bim lê ji peywendê Siyehçeşmê spîzendê Te sohtim şubhetê findê şubhê şem` û şemal im ez Ji ber hubba te lal im ez De`îf im wek hilal im ez Sifet goyîn dikalim ez Vi bilbil ra bi evxan im »Sebahu l-xeyri ya xanim« Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê Vi bilbil ra şev û rojê Li ser wê terh û bişkojê Enîmahê şefeq rojê Te sohtim şubhetê dojê Ko dûr im ez ji wê horê Tinê carek li ser sûrê Ji Wadî-eymena Torê Tecella kir di nêv nûrê Ji wê sohtî dil û canim »Sebahu l-xeyri ya xanim« Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê Ji husna wê tecellayê Yedê beyda û balayê çi wesfan bêm xeber nayê Welê dil cezbeyê dayê Ne hişyar im ji wê berqê Ji zertacê li ser ferqê Spêde da heta şerqê Belê naêximê ferqê Ji derbê `işqê nalan im »Sebahu l-xeyri ya xanim« Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê Zerîf î nazik î şeng î Sifethor î perîreng î Bi rojê ra tu hevdeng î Du reştûzên siyehyeng î Kişandin lê ne wek caran Xedengên qewsê nûbaran Ji rengê şîr û mûkaran Reşandin sîne wek baran Ji wê derbê pir êşan im »Sebahu l-xeyri ya xanim« Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê Veke carek xet û xalan Li ser wan mesned û palan Bixwîne lê me `ebdalan Bibînin `îd û sersalan îcazet dî me destûrê Perîrengê sifethorê Ji nêva zulmet û nûrê Binoşîn mey di ferfûrê Ji dil talanê xalan im »Sebahu l-xeyri ya xan im« Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê Ji şehkasa ko qerqef tê Meya nûrîn muşerref tê Nişanek dilberê keftê Ji bo min her seher xef tê Ji wê camê dinoşim ez Seher lew ney li hoş im ez Ji `amê lê dipoşim ez Bi can her lê dikoşim ez Ko xalib mest û sekran im »Sebahu l-xeyri ya xanim« Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê Were pêşber Melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe Bi şefqet ke liqayê xwe Mela nemrit bi dayê xwe Mesîhayê li bîmaran Kesên geztî du reşmaran şehîdên şîr û mûkaran Kirî amancê nûbaran Li dîdara te heyran im »Sebahu l-xeyri ya xanim« Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê
·
123 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.