Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Turreya Tabidarê
Turreya tabidarê `enber ke Xemriyên şeng miskê ezfer ke Li gulan misk û `enberê bireşîn Ji gulavê cinesriyan ter ke Kesk û sorên ji rengê qewsê qezeh Ji serapa gulav û mawer ke Surmepoşên surê bi ser kil de `Aqilan lê xerab û ebter ke Her seher ji nû destikê wergir `Er`erê têk da seraser ke Qedd û qama şerîf û nazik û ter Lê seraser bifessilîn û ker ker ke Nêrgizên sergiran hilîn carek Du qiran lêk beraber ke Tu bimeş kok bi ser derê qesrê Bi xwe kokî li şah û qeyşer ke Were wek roj bi ser derê kelhê `Alemê têk da munewwer ke Wek gula zer bû serwa te mirim Me bi qurbana xwe wek gula zer ke Wek gulek zer di buxçeya te me ez Tu me têkil xwe wek gula zer ke Zahidê hişkiteb` sewda ye Bi du caman tebî`etê ter ke Veke carek bi xende şekkeriteng Têk mişra me qend û şekker ke Pê li ser dîdeyên Melê dayîn Xelweya sofiyan munewwer ke Xett û xalan nişanê Nişanî de Me ji navê xwe ra bi defter ke
·
98 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.