Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Li vî welatê dîn û har Hemî gir dixwazin bibin çiya û bigirin bar Êş werîs çiya req û rût Deşt ziwa Pûk bûka sondxwarî Berf mirina şêremêrek di dilê dayikan de kulor Lorîk reş Morîk şîn çiya sor Xwîn germ û mirin, barê giran para mêran Mirin nivişta dînan Li ser milên şêremêran Ev çi wêrekiye birako Rihê wan ditirse ji dilên wan Meriv şêr be û li ser şêreşenga çiyayekî Mirin şerm be çi xedar e çi xedar e ku baran bibe berik û li ser serê te bibare Biborin, bibexşînin Mirin şîn e Li ser hêlîna lêvikên dayikên çavşîn lîs bû ye Mirin qêrîn e Di zengelorka fetisînok ya pîrekên xwedî kirasên heftrengîn de Mirin lorîn e Bejn û bala simbêlên reş diherifîne Em dereng têgihiştin ku Hevalê barê ketî tune ye Me qûşa jiyanê qetand di vê şeva kafiristanî de Pira dehderî deriyên xwe li me qefalt îro Deşt şil bû Zêmar fetisîn di qirika ava şolî de Mêranî betal bû… Temen bû şûşa dilê şikestî Di gora zilûmatî de. û çiya pûş û pelax çiya tarî û pilolo Erê lo…! Her kes li gora xwe mêre. Destbirako…
·
116 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.