Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Derî Derî Derî Virda dinêrim derî Wirda dinêrim derî Derîkirine herderî Derî hene dar ji darê kevot Derî hesin wek ûr û tirsên yên pişt mezin Derî hene derî Wek derîyên koxan -li pişt wan heryek li ser çar darikê bi êş û jan Panzde serî- Derî hene derî Li pey hev bi notirvan Hin bi bertîlê vedibin Hin bi firotinê Derî hene vedibin berdestî sibê Bi singûyan Derî hene vebûna wan Bi satilcanê jana zirav Bi xêra Mirina Zarûyan Virda derî Wirda derî Deverek nema vekirî Afirandin kilîtek mezin û zingarî Hin ji qelenê hin ji esalet werdekîya nav mirîşkan Avêtin ser derê dilan û radan Derî Derî Derî Nabe Wiha naçe serî | Mem Ronga
·
219 görüntüleme
Pîrhevok el Kurdî ❂ okurunun profil resmi
Ev helbest sala 1978an, di kovara “tîrêj”ê, di hejmara 1`em de (rp. 35) çap bûye.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.