instagram.com/p/C5hGqRVRUst
Baba Tahirê Uryan
Baba Tahirê Hemedanî
Baba Tahirê Lorî
(ev hersê navên qedîm jî yê heman kesî ne)
Helbestvanê nemir ê Kurd,Baba Tahirê Uryan,
Di sala 938 de
li hemedanê hatiye dinê.
Hemedan bajarekî,hunerî,wêjeyî û dîrokî ye.Di dema xwe de paytexta Medan bûye.
Baba Tahir 110 sal, ji berî Omer Heyyam hatiye dinê û Rubaî ango dubeyt nivîsîne,
Di rubaiyê Heyyam de şopa Baba Tahir he ye
Bêtalihiya Baba Tahir Kurd bûna wî ye, Wek gotina Ehmedê Xanî yê nemir bazara wê tune.
Bi zaravayê lorî nivîsiye,
Qasî 300 dubeytên wî gihîştine roja me û ev bi îngilîzî,Fransî, Almanî Ermenîkî jî di nav de wergerandine 28 zimanên cihanê.
Dubeytên wî bawerî,bedewî û bengîniyê tînin ziman.
Bedena min derdkêş e Xwedêyo
Dilê min hesretkêş e Xwedêyo
Ji şewqa war û derdê xerîbiyê
Agir di sîngê min de ye Xwedêyo
Dilêm ji derdê te herdem xemîn e
Balîfêm kevir, doşekem zemîn e
Sûcêm ev e ku min ji te hezkiriye
Ma her ê ji te hezdike dilbixwîn e
Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq, ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq wek gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse
Ku dil dilber be, nexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî û dilber kî ye
Li çolê dinêrim te dibînim
Li behrê dinêrim te dibînim
Çiya,der,deşt,li ku binêrim
Nîşanekê ji balûbejna te dibînim
Eger tu werî bi canê te kêfxweş dibim
Eger tu neyê bi hîcrana te dil atêş dibim
Were çi derdê te heye berde dilê min
Yan dimirim,yan dişewitim,yan baş dibim
Dilê min dûr e,nizanim rewşa wê
Dixwazim ku yek bîne peyama wê
Xwedêyo! muhlet bide mirina min
Ku ez bi çavan bibînim çavên wê
Delal,her du çavén min qesra te ne
Nav du çavén min cihé piyén te ne
Ditirsim tu xafil gav bavéjî û
Bi mijangé min,biéşin piyén te
Hem derdê min,hem dermanê min ji dost
Hem wesla min,hem hîcrana min ji dost
Eger qesab çermê min, ji beden ke
Tu dem venaqete canê min ji dost
Ji Gazelên wî;
Gunehkariya herî mezin,mirov hezkirina xwe veşêre û ji hezkiriya xwe re nebêje
Ji dewranê qedeha min tijî mey e
Lê bê dost wekî xwînê vedixwim
Ger ku li rojê sed carîjî bibînim te
Ez ê bixwazim careke din jî bibînîm te
Ger ku ji bilî eşqa te tiştek hebe di dilê min de
Ez kafir bim di nava heftê û du milletan de
·
135 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.