ji wir diherikim berîya rûyê te
ev der qet xerîb nîne ji min re
hawîrdor werz û rez, zevî û pez
erê ev der berîya Mêrdînê ye
berîya Mêrdînê berîyeke dûz e
keleha Mêrdînê, hê jî nobedar e
xas e axa wê, kevirê wê hiner e
Qesra Qelendera hê jî li şêmûg e.
ne berî ye, behreke venedîtî ye.
Mêrdîn giravek e, di ortê re hilaye
Qoser e lê, li binîya çîyayê Mêrdînê
dil daye wê bejnê, hûr hûr govendê digerîne
û Siltan Şêxmûs,
meta min bo zaroyekî
heft caran xwe avêt bextê wê zîyaretê
lê şêx guh nedayê, nebû dê
û tu Sêbîna min, Çemê Bunisra ez im
li Weysîkê, peya hatim siwar diçim
di dolmîşeke çavlixew de
li binîya Kaşê Mohris, ber bi gund ve
bêhna mastên Pîra Sor ez im
pîrê! mala me ne li serê wî girî ye hê
tu bê û nebînî, hawara xwe bigihîne melê
bila ba bike b’sê dengan: gellîîî gundîyan!
ew ê nîşanî te bidin mala me ya l’ber rê
çîyayê Mêrdînê serê xwe bitewîne!
aniha dixuye Midyad,
li zozana Tor Abdîn, xelwetxana Mar Gabriel
doteke siryanî rêsîyan dirêse
êrê em kirîvê hev in kirîvê, de bîne wê şeravê!
biferme em binoşin li şaneşînê,
li ber dengê lîlîna vê naqosê
ji hêla din Qamislo destê xwe li ba dike
min te ji bîr nekir lo, silav Qamişlo!
bajarê ku lambên wê êvaran
mîna ku stêrkên milyonsalî bin diberiqin
hindik xwezî min bi te neanîn
çaxa ku li Nisêbînê ceyran diçû (hê jî diçe)
û em di tarîtîyeke kor de neçar diman
lê tu hê jî bêxem diberiqî Qamişlokê
min tu carî gav neavête axa te, lê
zarokîya min bê şêx û meleyên te nabe
rûyê te erdnîgara bajarên qedîm,
mîna Qamişlo rewneq, mîna Mêrdînê şîn.
rûyê te rêya hevrîşim û ez
şûnwarnasek im li erdnîgara rûyê te