Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Eve ji wê şeva Serê te Li ser balgehê min nemay Rojê man girtî û Li pişta çiyayê Qaf Di gewriya ejdehayê şevê ra may Ger şevekê ji nişka ve Dunya ronî bû Nebêje çi zû dinya ronî bû Çi zû roj derket Ew ne roj e derketî Ew canê min e Agir pê ket Eve ji we şeva Serê te Li ser balgehê min nemay Canê min Bûye belgekê zer û pêtî Xwe havêtiye Bextê hirr û bay Ger rojekê Di ber pencera te ra derbas bû Nebêje çi zû belgên dara Zer û sîs bûn Çi zû bû paîz Ew canê min e Ne paîz
·
42 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.