"Di girêka gewrîya xwe de, nikarim bixeniqînim
zarokê ku di çavên min de, dest bi girîyê xwe ê sirûştî kirî
dike derxe bibîkên çavên min î ji êvaran re mayî
dilê min, ne dê ye, lo!
Dostekî rastgo ye"
Min di wan reşberfên xwekujîya mirovahîyê de nehêle
û zarçepelîya min di henaseyên qumrîyên bajarê ewran de
kunî xeyalan neke
Di goristanên dermale de hûr bûye
tevizîyên ku ji tûpişkan mîrat maye
Di mejîyê min de diteqizin
Morfînên tevnxaneya kenên te
Kambax e
kevnetolazîya baranên ku pêlavên daristanan dişo
ji kurteemrê min
Ricfa hezar xwezîyên min
di serê rimekê de
ji qijikan re bûye taştê
Di min wer neke...
Damarên ku xwîna min nikare hilgire
di min de derzên molekûler vekirine
û çûkên atomî bi firê dikevin
li ser payîza min a bi vir de û wê de
Lezgînîya min a derûnî di koman de bûye meyt
Lê ez nizanim ji kîjan darbestê birevînim
û ji wan fatîheyên mêşên reş
Heke ez li ber tavê xwê kirim û raxistim
Wê ji tîna min avên zelal şolî bibe
û wê qûrîna ewrên kor qerqota bê pihîn bike
Kakûtê min di deverên mû û derzî de