Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

"Wekî Pirtûkên Komageneyîyan nivîsên çîyayî ên ehlî êgir in Pêtên me hê jî di rûpelan de fasiq in... û tenê darên hundirê me dihejin" Me her kesî Li rûyê tenêtîya heramzayîna rojê, Bi destpêka gotina dawîyê Xatirxwestineke şikestî Ji devê dewrana ku di destê stranekê de çilmisandina rengên melodîyên nenas vegotiye Ji çivîkên ku qet li bazkên jîyanê nayê rehmê re Ev, jê wê de tir derbûneke bejî ye ji axînên avî re Wê demê, av û av dimiçiqe ji qeşaya bîrewerîyan re û ta bi ta bi xwe mijûl e qerfek ji xwe ewle Fera me her bêgav dimîne di vê qamkinîya gerdûnê de wer... serberjêr ditebite Piştî ew qas dilsozîyên pelên westîyayî tev firarîyên payîzê ne Me her kesî Di mîhraba têkûzîya hundirê hûmanekê de zevîyên xwe li wê mazadê bê çawa bi şerpezeyî ji bîr kiriye De ji ewrên havînê xerabtir tî û ji tîna xwe ketî belawela bi bayê ewilî ên şalûs re Bi devê bendemanekê reşandina reşêşkên hêvîyên beravêtî Qor bi qor rişma zindîtîya bendaveke sistkirî bi xwe re herimandiye Ev dabeşkirinek e hemî timakarîyên derveyî hebûnê dikewidîne ji me re Ku em bi kêrî kêlên xwe neyên wê her yek ji me xweş mirov bin Lê em her yek bi kêrî kêlên xwe ne û tehde ye ev berateya me ku bîna xwe bera gerdûnê dide berî axê hibêz bike Me her kesî Pirên xwe bi destên dîrokê xist bêrîka meşa xwe ya rûxandî Di devê demsalan de navê kesî nabe benîşt Axirdewranek li wê kevîyê ji dengê qijikan Me ji xwe re kiriye tizbîya bêaramîyê Peyamên li derdoran hatine qetilkirin ên ku xwedîyê xwe timakar dihêle Ji me sîyek e Di kelekela parsekîya dil de û sonda biharê bi gulan re naçilmise Diherike Girêk bi herîkîna demsalan nakeve û me zarokatîya xwe yî şekirokî wekî kirasên maran li wî xerabbajarî ji tarîtîyê re kiriye fermana hewarekê ku wê qet bi ser me de neyê û ji me, dewranan alên bêwelat afirandiye
·
41 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.