Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

"Di zikê darbestekê de zarokekî jiberçûyî me û dizanim doxîna şevê bi xwînê girêdayî ye" Fitiloka windayîyan a emrên gîyotînî diperpite û ew bayên êvarên ku ji enîya sorayîya rojê lawazîyên min dihewîne Hûn dizanin Peronên vala ji jenosîda dilê min dolan distîne navê kesê ku di min de mirar di xwelîrengekê de asê bûye Ma ne tenêtî ye? û dilopek hezkirin di quflên stêrkan de hat bidardekirin Ji kerafîya êşê mirineke fedîkar diniqute Matmayî dizûrin bihiştên evîndaran Neyarê şevê xeniqî Binax dibe zêrên guhên dîroka te ya çavkilkirî Meşên ji perîkên leglegan ji koça dilgermîyekê re qûnde ye Rake ramûsanên xwe yên fortek ji wêneyên ezmanên felişî Qîrîn di qirika min de rizîyan Tevizîn, ditevizîn Neyarê şevê xeniqî Ew jîn, bîyanîyeke dijwar e li ser sîyên xembar Belav dike tolên hûtên ku ji qerisandinê re evînan radiçikîne û bihar bi melkisa xwe ya qilêrî rojinan ji girtîyên kemîna te re diafirîne Sergoyên te yên qelew meytên xeniqî li dar dixe ji şevê re Neyarê ku bi hezar gotinî, bi gotinekê teriqî Neyarê şevê xeniqî Li hev du nake katjimêrên ji bêrîyan, stargehên nestirî Kîjan av kî dizane ar Kî dizane aramîyê dihewîne Tev derew in, ba û baran û ez û tu Navê qehrê, vexwarina jehrê ye Carisîyên ji devên orkestraya şerê ceribandinê Reşbelek dihele, dibihure, tarî û talanî ye Neyarê şevê xeniqî Porê êr dihûnin, pîrebokên erdheja dilê min Karê destên şewitî diqelîne pênûsên sosinî Di çalên çavên te de li qelîştokên mirina xwe digerim Dicemide şûrên ji keseran, nalînan dilorîne Waxx.... û hey waaaxx! Neyarê şevê xeniqî
·
40 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.