Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

"Pelweşînê! Te rojên min bi dengvedanekê dehf da bêdengîyan Êdî şikandina xwe, di destên kesên din de dimalim" Gurzek nermînîya wateya te, ji hestên min diçilmise Beyarbûyîna bêzarîya xwe, ji axa te dibihîsim û li vê tofana hundirê min binêre Nikare te ji ser pişta pêtên eşên xwe biavêje Belê! Her şev ji wê şevê fêr bû Hûr dinalim ji te xunavtir û tabloya rûyê min diherike ji êvar de I-Pelweşînê "Pelweşînê! Hîmeyên hêsirên te hilma min dihêre bir dike kerîyên ewran, sayî ye" Bajarek ji hundirê min difilite Hêsirên ji qîzanî ketî niqirîskan di perên pêlên min de dikute Heyyy, lê! Gor bi gor navê te diniqutim II- Pelweşînê "Her tiştên ku pê axa helbestê têr dike, tu li wan tê" Ji şax-alîyên birûyên te vedikişin tîrêjên ku ji baranê pîrotankî bûne Mihrîvanê! û li şopên navê te digerim li beyarên bê ber û paşî Te navê xwe li ser kîjan bêcîhkirinê nivîsîye Êşa min a bêdawî bîne bîra xwe Didim ber rûyê xwe yê ji fedîyan betalketî û mirêkên fermanxwaz dibe hezar û hezar perçe Lê, ez dizanim tu yê neyê Te di sîya kîjan fedîyê de xwe bi girî veşartî, Pelweşînê! Di wê tirbê de, bi vê kerbê Hênik û hênik hêl ke poşmanîyên min î xwedîyê hezar carisîyên şevê û bi tenê Dansa mirinê ye arê te, li benda tefandina bayên min Xewle ye gazîkirina her du çavên te Min radike û şopa şevê li pê dikevim, Pelweşînê! Êşên li pê êşan ketî Loo! Lawoo! Ha hooo! III- Pelweşînê "Ew qetranên rêkên birînê, dipelîne bêrîkên bêrîkirinê" Berî ku kurteçîrokên min mala xwe bar bike ber bi talanên mirineke xwedawendî Cereke biqîr spartin şevreşa çavên zarokekî got nere, got vegire, bar neke Pelweşînê miradê min di sînga senfonîyên baçermokan de ma Ez rabûm û min li tenêtîya cendekê xwe mêze kir di gora fîr’ewnên evîndar de Baran bi neqşên çavên te didirû ew ewrên ku li ser bajarê min î ji keseran birûskan vedide Bêrîkên bêrîkirinê dipelîne dilê di herîya xwe de hişkbûyî Da dike êşek, ji qehra penaberîyê xulamketî Histirîyên ji wê bagerê dola çend qehpikan e Gêj dibe mozên sosinên te yên korfirî Gelo ev çi riste ne? Ji devên hovîtîya tilîyên min derdikeve Pelweşînê Doza çend mîxên zengarî dikutim di mejîyê kulavên şevên bêstêrk de şivanê gulîyên te me, talan bi talan digerim Pelweşînê! Tu û kirasê te yê ji hêsirên çend ferîşteyan bûye ar Di avên arîyê de, xwelîya navê te diherike Parşomenekî dinûse, bayên ku ji dîroka xwe hatiye cihêkirin Bûme fermandarekî ji hêsirên hewşa cîhana te ya çilmisî Der û dor di sînga min de hespên teriqî diajo kulê, êşê Pelweşînê! Dil bêkes e, ji bextê min re gor Cîyê ku neyê hişê çi kesî maye qey? IV - Pelweşînê "Sondxwarekî evîndar kuştî dimîne di devê taveheyvekê de" Pelweşînê birçîtîya heyfa gavên te dikole ew qulingên ku ji demsala me firî Cudayîya yek rengî ye xemilandina vegerê ma dibe ku tu vegerî? Her du cihokên min diherikin ber bi okyanûsa te ve û avis bûye ji taya daxkirina rojê navnîşana kuçeyên kesnedî Peşkên te li meşa jîyana min xist gavên min giran bûn Pelweşînê Hilqitîne di sêdarên gewherên xwe de cankişandina pirîskeke hêvîyê Ji çolistaneke stewir te xwe xweş fêrî zordarîyê kiriye Kenên te tî ne, a niha Pelweşînê Ez xulamê gavên te yên payîzî ji destên te xençerên cemidî Te tarîtî jî kir destbirakê xapînokên kabûsên bêserî Jehrdayî diperpitim, di wî warên ku dê zarokên xwe diavêje Pelweşînê! Perperîk in navê delalîyên vik û vala xwedîyê jîyaneke kurt şehê di nav porê te de, li mirêka mirina xwe digere bi navê pênûsa helbestvanekî Xwe tê de bibîne Pelweşînê Ez weşîyam Tu weşîyayî Rêkên bêmiraz weşîyan û diweşîyan û qehra min dirijîya, Pelweşînê Te çawa karîbû ew qas gulên xeniqî di bêvila sîyên xembar de biçikîne Êdî ro xwe di êvarê de dadike bêyî te haya min jê heye A niha ji bayekî westîyayî û ji asîmanekî çirîyayî Pirsa te dikim û ez mam wekî berrojkeke stûxwar ji dara temenê xwe qetîyayî şa dibe berfa ku li ser min dibare şa dibe sîyên ku li ser emrê min ava dibin şa dibe rêkên ku di ser ciwanîya min re derbas dibin Bêrîkirinek wekî zarokekî bêtemen mezin dibe di dergûşên çavên min de Ez bi te ketim, bi xwe ketim, biçûk ketim Ev helbesta min a dawîyê ye, ji bo te Li min bibore Bibore Pelweşînê
·
43 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.