Cîya min xezalek e
hûn nizanin çi qasî xweşik e
go: neçe kûrê`m neçe
bêhna xwînê tê ji wê hêlê
sorgewez e rengê axa wê
bi çarikên
bi darên hişk ve grêdayî ne li wir
bi ya min bike neçe
Cîya min perperîkek e
hûn nizanin çi qasî xweşik e
yadê ma tu nizanî
rûçermê rûdênên zarokên Kobanê
weke trîyê bilbizêkî tenik e
vê qrîstalên wan bibirûsin- ez herim
leyistokek di destê wan de be
dinya wê gavê bihûştek e...
Cîya min kulîlkek e
hûn nizanin çi qasî xweşik e
go: neke kurêm neke
ez ê pir bigrîm li pey te
heya tu vegerî çavên min li dêrî
vê biqerimin tilîyên min ji bêhna te
Cîya min mircanek e
hûn nizanin çi qasî xweşik e
min serê xwe tewand
madê xwe tirş kir
dereke dûr li min mêzand
min dereke dur temaşe kir
Cîya min şemamokek e
hûn nizanin çi qasî xweşik e
go: here kurê`m here
dilê min Egîdek e bibe bi xwe re
Cîya min heyvek e
hûn nizanin çi qasî xweşik e
min dît Cîya min bûbû Enkîdo
min dît li pişt cama otobosê bû
ronîya rûyê wê bi me re dihat
Cîya min rondikek e
hûn nizanin
di çavê min de
çi qasî xweşik e
Di bawerîya Somerîyan de KUR navê wî milê dî, wî warê bi heft derîyan qûflekirî ye. Ne bêsedem e xwedawendan navê welatê me xistîye "Kur"distan.