Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

birînê birînê ev jî çîroka min e ka guhdarî bike ka lê binêre me çi êş kişandine bavê min hat kuştin di hewşa mala me de bi heftê gulleyan ji aliyê heft kesan ve bêhna cesedê wî hê jî di hewşa mala me de digere… gotin ku:birakujî ye… birînê birînê ka guhdarî bike birayê min ê biçûk li çiyê hat kuştin bi heftê gulleyan ji aliyê heftê kesan ve li ser cesedê wî nivîsandibû ”ez bi azad nejiyam lê ez ê bi azad bimirim”… bêhna cesedê wî hê jî derdora gundê me de digere… birînê birînê ka guhdarî bike bi heft rojan ji aliyê heft kesan ve êşkence li min hat kirin di bedena min de hê jî şopên destên wan hene… birînê birînê em birîndar in…. wekî te wekî herkesî…
·
62 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.