Gönderi

Dema ez diçûm Bazinê Taqa Dema tu lê bûyî Ji bîr nakim, na Gava min te şibandibû qumrîkên ser wan şikeftikan -şikeftikên ku hetav li lotikan bû tê de û bi kêzikeke hecê re germ bû dilê me- (marê te wê bê min qey Min hin ji ava hewtikan negihandibû destên te?!) Gava tu dihatî wî kavilî Kêliya ezman ji rengê şikeftikê vediguherî rengê pêz Te gazî min kiribû Ji bedêla min bazek hatibû Di ser serê te re bi qîjeqîj Xwe li nav çavên rojê dabû çavên te zeviyên li bêbaraniyê Ku tê de ne siya hejîrê ne ya tûyê Li rûyên şewitî yên dildarên te Barana sawa te bû wê gavê Di wîşerî de Xwe li wan taq û stûnan Kiribû şape çend çûke din ji lêvên te bi firê ketibûn Ji dîna rojê dûr Te ew nedîbûn Heta serê hespê min Xwe dabû der ji Borê Qasim (ji kelehên xwedê min Xwe berdabû jêr!) Ji zû ve pûç bûbû sêva ku te dabû min û min, axx Di dawa te de ji bîr kiribû Beriya ku ez herim Ez ê bi keziyên te xwe bixeniqînim Hê ku neriziyane Min bikuje Hespê min ne yê lehengan e min bikuje Ez nefirîm ser serê mirinê Reş bû mirin û bi keziyên reş e Ew ava ku car din vexwim bi lêvên te Tama guleke reş Bi gula reş e dîdariya min Bi temamê çavên te re Li şeva reş im çogên min li ser axeke nenas Dilê min li ser sêva ku te dabû min Rûyê te bi heyvê vedabû berê çavên min li delaliya rûyê te Li ser pelê gulê me, xwîneke xunavî Hê pûç nebûne dem Hê ku neriziyane dil Were xwe li stûyê min bade ey kezî Li nav bazin û taqên ketî
·
62 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.