Bêqirar e deriyê qesrê
Vebe venebe
şahê berûyan e rû
Rû; siya ser garistanê
Peykerê avê
Sultanê heyvê...
Bêqirar e ba
Mewsima dîrokê ev ro ye
Agir li av û heyvê ye
Heft cinan dara qesrekê girtine
Heft cin di tirbeqesrekê de zane
Pelên tarîxan di destên rezan de diriziyan
Di hundirê qesrê de pencere bûbû nîştiman
çendî zêde dibûn dastan
Cin bi behsa cinan dizan
Tirs bi behsa xerîbiyan
çendî fireh dibûn qesr
Di tirbekê de giyan dima
Di tirbekê de çermê mar
Hestî gava dibûn dîwar ji pencereyê re
Kêl gava difiriyan ber serê zaroyan
û xwîn gava dibû şirik bi derî û stûnên qesrê ve
Ew xerîb bi qîma rayên gulê û bêqirariya xwe diman
Ne rûzerî ne jî bi giyan...