Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Wa ha! Va ye hat ba! Hu...v... Hu...v... Geh bayê reş, Geh bayê kur, çiya. Newal, Zimag Bi hev re yek deng Dikin gure gur Du bayên sar Radihêjînin Giya û dar. Hu...v... Hu...v... Yek ewran dicivîn Ê din ji hev direvin, Dikin şer Bi awir. Yek bûye Hurmiz Rûgeş û li ken. Ê din bêmirês Wekî Ehreman. Li rûyê erdê, Di nava ezmên Ewrên reş Ewrên gewr, Rast û çep Diçin tên Herdu bayên ha, Bi xurtî û şîn Hevdî kol dikin Wek du dêvên dîn Herdu ba, Bi vî halê ha, Dikin şer, Dikin ceng. Dinya ser û bin, Hawîr bûye deng, Guvvîn!.. Gujjîn!.. Gurmîn!.. Diheje cîhan, Diheje zemîn. Bayê kur, Ji bakur, Bi leşkerekî xurt, Bi leskerekî gurr, Bi pêlan, Bi kilan, Dajo ser neyar, Wekî gurê har Da ku bi derxe Di nav cih û war. Dikin şer, Dikin ceng. Gujjîn!.. Guvvîn!.. Gurmîn!.. Ji her alî deng. Ji her alî şîn Holê bi xurtî Bi zirt û halan Ew rûyê erdê Her dikin talan. şopa wan xopan, şopa wan bi xwîn. şûna tajangan Tev dibe birîn. Tertilî Hurmiz Ji ber Ehreman; Derket ji qadê Hê jî rû li ken. Sist bû bayê reş Derket ji meydan. Bayê kur bi zor Himbêz kir cîhan, Bakur Wergirî Holê bû Bahoz. Cîhan Seranser Bû dûman û toz. Dinya ma li ber Dêwê har û reş Kambaxker e ew Mêrkuj û keleş Ji bo demekê Cîhan ma bi wî. Dibûne Xwedê. Di nav wî cî. Xudakî bêvac, Xudakî cebbar, Karê wî kambax, Gelek zînatkar. Heyhat! Heyhat! Vî bayê bêbav, Cerg û hinav pat, Bahoz, Bê doz. Wekî Ruhistîn Bi ser me de hat. Bahoz! Bahoz! Rûyê erdê tev, Bû dûman û toz. Stûn bi stûn Gihan ber ezman Ricifîn û lerizîn. Gihaşte cîhan Boblat, Boblat... Ev çi bela bû Bi ser me de hat? çiya û zimag, Rêl û gov û şag, Avahî, xirbe, Bajar, qesebe, Dar û ber, giya, Zinar û qefa, Tev bi hikmê ba Dilerizin, Dihezin, Diricifin, Ji tirsa; Ji ber ba. çi erd û çiya, çi av û derya, Ji ber hingên bê Dikevin tayê. Daran hil dike, Qefan gêr dike, Xanî têne xwar, Dibin tar û mar. Li rûyê erdê Meriv tinawir Geştî di derya, Li jor balafir. Rê li ber tevan Winda bûye her Hin dibin tine, Hinek jê sêser. Hewar! Eman! Ji her alî tê. Deng ji xweyî can Bi şîn û girîn Feryad û fîxan Nizanin biçin kû Dehbe û insan! Bahoz! Bahoz! Cîhan reş, tarî Tev dûman û toz Rêzana dinê Li hev xist yek car Derya li hev ket. çiya hatin xwar. Ev dema hindik Gelekî dirêj Hemî şewişîn Bûne mest û gêj. Deverû ketin, Nema kes rabû, Ezman wergerî Bi ser me va bû, Cîhan ser û bin Li jêr û jor, Tev de bûn xopan Welat û sînor. Hemî sernexun. çi xurt û çi jar, Li rastekê man Dewlemend, zîvar. Ji min ku nema Kesek di cîhan Ser rûyê zemîn Tev bû goristan. Hînga, Hê tê ba; Bakî bê eman Her dike wêran. Ji niş bi derket Peyakî reşkal, Li serî koloz, Bi şapik û şal. Hilmiştî, sivik û çalak û şeng, Him bi zend û bend Xweşmêr û çeleng Rûgeş û xwîngerm Gelek sergiran, Sergevaz û xurt, Fêris û hozan, Bi semt û suhun, Xurtî û tewat, Berê xwe dida Navçeya welat. Wek Rustem, Wek Guhderz, Bê telaş û bez, Bi vîn, Bi şîn. Di nav kûntarên Zagros dimeşin. Berê wî li jor. Bawermend û xurt Alek kesk û sor Bi destê xwe girt. Ne toz û dûman, Ne ba û bandef Nikarin badin Berî ji hedef. Bê tirs û perwa, Bi dilekî geş Berê xwe dabû Bahozê keleş. Welê cû gazê, Bi ketin û west Ala kesk û sor Li darekî best Berê Bi awir Berî da cîhan. Dema Ku wî dît Hemî perîşan... Dilê xwe êşand Wî li ser beşer Digot: Ji bo çi Bûn hevalê şer? Dema ku şer tê Tev de direvin Hole deverû Nexûn dikevin. Mixabin! çi kirêt! Serî datînin Bê şerm û fihêt... Ew bayê mêrkuj, Bahozê xwînxwar Ku cîhan hemî Dikir tar û mar, Li pêş suhna wî, Reşkalê rûgeş, Paşpê direvin Ew dêwê keleş. Mandî xuya bû Gelek, Ehreman. Hurmiz ajot ser Hê jî rû li ken Piştî ku revand Wî sînga bahoz Cîhan vala bû Ji dûman û toz Darê xwe hilda Bi ala rengîn Sînorê welêt Ji nû ve danîn. Piştî ku revî Ew dêwê keleş Zîvirî meydan Dîse bayê reş. Lê vê car bi ten Xebata xwe kir. Hilma du derya û erdê rakir Li rûyê ezmên Wî ewr civand çi res û çi gewr Li hev gerandin, Berê Pir sivik Dibarî xunav Paşê Girankir Daxist tav bi tav çendakî welê Rûyê erdê şûşt Qirêj û gemar Nehişt tev de mişt. Ewrên di ezmên Ava xwe rijand Rûyê cîhanê Yekerû divejand. Kulîlk û giya, Rêl û dar û ber Tev serî hildan şîn bûn seranser. Hînga Di cîhan Neman pîs. Tev delal û rind. Wêran, Xopan Ava bûn çi bajar û gund, Qeliya tovê şerxwazên teres. Neman ew dûpişk, Mirin ew nakes. Piştî mirar bû Ehremanê mar. şewitî di nav Potên kolîdar. Rabûn, Dilgeş, Yekdest Karker û cotkar, Kolan Gorek Pir kûr Ji bo kolîdar. Jê re Danîn Kêlek Mezin û giran Li ser Nivîsîn: "Li vir Radizê şeytan." Dinya bi xweşî Ji nû ava bû. Zîvar, cewêlek Dilgeş û şa bû. Rêzan, şêwrewî Tev aşîtîxwaz Di nav wan neman Birçî belengaz. Cîhan, Ji nû ve Holê bû buhuşt. Delal û şêrîn Vê car Dikarin Reş û gewr, Sor û zer Bi hev re bijîn. Bijîn Bi xweşî, Bi rûmet Bi şadî û ken! Hurmiz Bû serdest Her û her Li ser Ehremen. 1956
·
132 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.