Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Berken Bereh - An Na li hêsirên çavên te xewnên min dilikumin an na min dê bi derba ewil ji qurm hilkira dara bêdengiyê ji bajêr û bi xwîna xwe paqij bikira gemariya li kolanên te çend car in diqelêşin dengê min hovemirov li çend kolana kenê min hate rûçikandin her ku dibezim melûliya te dibe kelem destên min ji xemsariya te diqefilin ne jiyam ji zivistanê pê ve demsal ev çend sal in rastî nêrgizekê nehatim xiyaleke min hebû bi xwîna min geş bû yî kilamek ji awaza Mem û Zînê pêk dihat têla kemançkê min bi xwe qetand ne ji neçariyê min penaberî hilbijart mindalên min di koçberiya leyîstokan de dinalin bû çend sal ku min sosinek bêhn nekiriye xwe neavêtiye pêsîra xweş-xamayekê û mil nedaye paleyekî û heyranokek negotiye gundî bûm gavên min bi şermokî hay ji pirtûkên pîroz jî ne bû min tenê tu nasdikirî evîndarê çavên te yÊn zeytûnî bûm roj bîst û çar saet bi perika dilê xwe dipêçam û şûna nan û avê titina qaçax hesreta te dikişand û vedixwarim leylaneke min hebû bi evînê hûnandî her mirovek ji nazdariya robarekî her malek ruknê wê ji kulîlkekê ezmanek gemar û bi xwînî bû para min ne keniyam jidil carekê de bila kund bistrên heta nava wan bikeve bi destê kîjan bayê digirim rêya min bi dojehê dikeve! rêwiyê birînên çilkezî dipejirînim pirtûka evîna xwe ji nû ve ji ber dikim
·
1 artı 1'leme
·
186 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.