Destpêk bi navê Yezdan,
ev e diçim dibistan.
Divê êdî bixwînim,
bo rastiyê bibînim.
Da her tiştî bizanim,
heya ku pê bikanim.
Berî vêya gelê min,
nezan mabûn mêr û jin.
Daketibûn hêla jêr,
reben pepûk û bêkêr.
Lê ji îro bi şûn da,
di nav bajar û gunda,
Herçî kurd e wê bixwîn,
da ku bibe xweyî şîn.
Welatê xwe bistîne,
neyaran jê derîne.
Em in xweyî war û şûn,
doza me ye serxwebûn.
Ji bo me ye hêla jor,
hildin ala kesk û sor.
Serxwe nabe Kurdistan,
bê xwendin û dibistan.