Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Serê Şer
Bûye meselok di nava kurdan “ Kûzê ji axê nagre ava zêr, Cendekê pisîk navê serê şêr”. Mîrekî kurdan xwedî nav û deng Bi xwedî dikir şêrekî çeleng Li ber dilê mîr gelek xoşewîst şêr jî hezdikir ji xudanê xwe Sipartibû wî dil û canê xwe Carekê da pê kovîkî sitûr Di tirang de ket nav gelîkî kûr Pîjekî pir tûj qefsing jê kun kir Dilê şêr hingavt di wê gavê mir Vê bûyera han dilê mîr êşand Bo vejîna şêr civînek gerand Keser dikêşan tev agir û pêt Digot: nikarim bê şêr rawestim Bêhna xwe bigrim li mal dawestim Divêt were vejîn şêrê wefakar Wezîrê wî got: “ serê te xweş bî Mirî ranebûn, nabin tucaran Navê xweyê çak nexî ser zaran ” Melayê mîr got:” Mîrê serfiraz Ji mêj dinasim peyakî sêrbaz Di sêr û sîmya derya û dana Heye bikare şêrê te rake Bi zanîna xwe dilê te şake “. Mîr got: “ vejîne vî cendekê şêr Ez dê bidim te bi hezaran zêr “ . Sêrbaz digotê: “ min hêvî nîne Ji ber ku cendek ji dil birîne Bê dil navejî, najî xwedî can Heke te bivê mîrê Kurdistan Serê şêrê te jêkim hilînim Li ser cendekê pisîkê dînim Wê hêdî hêdî girs bî wekî şêr Dê pê dilxweş bî, ne hinde bêkêr “. Mîrê bêçare qîma xwe anî Sêrbaz serê şêr jêkir hilanî Da ser cendekê pisîkê belek çiqas ku sêrbaz vejand serê şêr Serê bi rûmet gelek daket jêr Durvê wî nema durvê şêran bû Cendek biçûçik serî giran bû Segan dinasîn cendekê pisîk Bera wî didan tûleyên çûçik Serî diborî, cendek direvî Tevgerek holê bi hev nakevî Serî û cendek tucar nebûn yek Dawî xwe negirt serê bi rûmet Cendekê pisîk berda bi dûr ket 10.04.1969
·
92 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.