Tu dizanî ez çi dixwazim?
bi te re, kal bibim,
li cihekî dûrî mirovan bijîm.
serê çiyayekî, li quncika herî
veqetandî, daristanekê
yan jî di nav deryayekê de
ferq nake, ji ber ku tu li ku bî,
ji bo min quncikek bihuştê ye.
Tu dizanî, ez tu carî te aciz nakim,
êşa te nakim, lê em dem
bi dem şer bikin.
Mesela,
eger tu li min hêrs bibî ji,
em hev hembêz bikin
rûyê min tirşkirinê de sabûn bike,
bila ev ji bo me bibin sedemên şer.
tevahiya şevê ji te re helbestan dixwînim,
tu jî stranan distiri,
em jî şeraba suryanî vexwin û
serxweş bibin, gava ku tu min hembêz dikî
ez xwe xweş hîs dikim.
Her ku em mezin bibin,
heta ku tû nexweş di nav nivînan de bi ji,
heta ku ji destê min bê ez ê li te xwedî
derkevim û porê we bişkînim.
Dema ku ez saxbim, ez ê li cîhana herî
ewledar bim.
Ez ê bibim hevalê te,
ez ê bibim bave te,
bibim braye te.
Tu dizanî ez çi dixwazim?
em cîhanek dûr ji vê cîhana qirêj ava bikin,
tenê ez û tû.