Gönderi

bilûra min a şîrîn tu di sariya sibehê û hingûra êvarê de hevalê bêhevalan, destbirayê şivan û dilketiyan î. dengê te hêstirên dilên xemgîran, silava ji hev-veqetiyan, girîn û zarîna dilketiyan tîne bîra min. bilûra min tu î, xemrevîna terkeserên dinyayê! dengê bilûra min, çiya û zozanên bilind, kaniyên bi gul û rihan dorgirtî, guhê şkeft û serê zinaran guhdarên te ne! û sira bayê xerbî te di nav pelên darê de digerîne. bilûra min, were emê bi wî çiyayê bilind re bi hewa kevin, û bibin cîranê bayên xurt û hevalê kimtên wan yên bi mij û dûman, û tê de dengê xwe berdin, û zarîna dengê me bikeve nav kortal û geliyan û bêcaniya erdên jêrîn bihejîne; û pêlên ava heftreng ên xemzebaz nalîna me bigehîne deşta sirûç û diyarbekirê; û beriya mêrxasên berazan; û kalîna berxan tev şehîna hespan li me vegerînin. bilûra min, binêre û bibihîze! roj çû ava, stêra êvarê bû geş, kolosên çiyan ên gewr û hewraniyên wan ên sor û zêrîn bûne çûn; û pêlên ava şevê ên reş ketine deşt û newalan heta rûyê gir û kepezan. di qeraca de kevir piyê şevgera dixapînin û bêdengiya şevê de pêjna lingên mêrxasan tê. bilûra min, dengê xwe berde! dinya, mîna zarokekî berşîr, ket dergûşa xwe; dengê xwe berde, bilûra min, û jê re bilorîne, xema wê birevîne! bilûra min tu î. xemrevîna terkeserên dinyayê; û li rohelatî dema ko dinya hişyar dibe ji xew radibe ji me re strana azadî û serbestiya kurdistanê binehwirîne, û dengê wê stranê, bila, mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn bikeve nav dil û guhên me. bilûra min, tu î xemrevîna dilketiyên welêt.
·
270 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.