Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

koleksiyona I3`em, li stêrkekê, nîvêşevê ev çirûsk, ji çirûskên stêrkên çavên te hatiye berhevkirin di tahma însanên dizanin biêşin û di bêhna felekê de ye tirs-tarî-tenêtî- ferîşteya firtoneyan mhê min bi firê xist hezkirina stêrkan bask bi min da zîldayin hewesa herêmên ji heriya rengîn; bûn sedema sewsîtiya min a soxî li jor im a niha tenik im, hênik im, sivik im ji malzaroka cîhanê derketime û nû hatime holika kaî- natê hemû nasnavên xwe û navên xwe min di kûrahiya valahiyê de şewitandin hemû têgeh,çek,agir,cil û xwêya xwe li cîhanê min ew hiştin li şûna xwe min bûyer û dîyardeyên cîhanî, giş kirin bîranînên sipî li şûna xwe li peravên tavê pêrgî şopa piyên xwe hatim di dêv de ziman perçiviye li vir pêwendî bi telepatiya hîsan tê pê ez li vê stêrkê tazî û beredayî valahî-firehî-kûrahî bêdawîbûneke dahbe li jêr diherike şînbûneke şêrîn mirov dikişîne hundirê xwe şûna pariyê devê min di hîva sêv de dixuye dilê min ê ji zû de wendayî li vir bi navê tavê tê pêşwaziya min bihost bi bihost gerdûn min bi çirûskan bizar kir li ser meteorekî ji kevirê arbeşk rûniştim û min ji xwe re û ji we re û ji xwedê re stranên fêkiyên wê stirî stira ne xwedê û ne jî beşerekî bendemh ji min fahm nekir wext, rewş, cih, mijar û pîvan bûn arvan di bin şekala mejiyê min de bi gavên şopa berfê wê hê meşên min bidomin...
·
69 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.