Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

346 syf.
·
Puan vermedi
·
12 günde okudu
"Zarok ji bavên xwe bêtir, dişibe serdema xwe." Gotinên Ereban Têkilî û danûstandinên mirov heyamê diafirîne, ev heyama ku di nav xwe de pratîkên civakî dihewîne an rasterast be an jî neyekser be mirovê nû ve de diafirîne û wan wek bi civakî-çandî çêdike. Mirov û kirinên wan ji hêla serdama tê de dijîn, hişmendî û bîreweriya wan ku ji der wan li wan bandor kiriye û dîzayn bûye bi vî awayî tên jiyîn û tevdigerin. Ji ber vê yekê her 'berhemek hunerî' jiyana civakî, aborî û polîtîk ya serdema xwe nîşan dide. Lê girîngiya berheman ne tenê bi vedenga rastiya heyama xwe ye; şêweya gotin û vegotin, şiyana bikaranîna zimên, bihevhatina rewş û karakteran û kûrahiya diyalogên wan hwd. ji bo berhemek ku mebest nemir be zor girîng e. Ev berhem rastiyê ewqas bi awarte pevbestiye û veguherandiye ku nîgara jiyîna karakter û bûyerên li wan diqewime her bal dikşîne û sosretir dibe ji xwîneran re. Alegoriyê bi zimanek tîr û tije, bi hostatiyeke mezin dinexşîne di her rêzê de. Rêwîtiyek kûr û dûr, serpêhatiyek bi dramî ji heyamek alozî der tê û şênber dibe. Ew mijara çîrokên dramatîk û bi hev re girêdayî, ew mirovên ciyawaz ên ku di şert û mercên dijwar ên demên zehmet de berxwe didin û li dij trajediya rastiyê hebûn û nebûnên xwe dirust dikin dibe jênerev a jiyana wan. An li xwe digerin an jî xwe wenda dikin, an di şer de dimirin an jî ji evînê dimirin, an dibin rêwî an jî dibin rawestiyek di nav xemgîniyan de çik mayî... 'Sînga Kejal' hikayeta me mirovan hemû ye! Ji pirtûk: "Lê Kejal bi pêşmergeyekî kevn re zewicîbû. Pêşmergeyê kevn jî ji keçeke din hez kiribû. Keça din jî ji xortekî din hez dikir. Xortê din jî ji keçeke din hez dikir. Wek dibêjin wê keçê jî ji mêrekî bijin li welatekî din hez kiriye ku wî jî ji aliyê xwe ve ji jineke din a ji xwe piçûktir hez kiriye. Bi vî rengî jî hemû evînên nîvcomayî di wê ereboka piçûk de kom bûbûn." Kak Bextiyar tiştek nuwaze afirandiye, bêhn û tahma Gabriel G. Márquez dide xwîneran.
Hinara Dawî Ya Dinyayê
Hinara Dawî Ya DinyayêBextiyar Elî · Avesta Yayınları · 202049 okunma
·
52 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.